Daxwaza girtina gumanbarê destdirêjiyê hat redkirin
- 17:21 30 Kanûn 2025
- Rojane
SÊRT - Danişîna 2’yemîn a doza cerdevanê bi navê Îzettîn Yardim ku li navçeya Dihê bı awayekî sîstematîk destdirêjî li jina bi navê Z.Ç. kiribû, hat lidarxistin. Dadgehê, careke din daxwaza girtina gumanbarê destdirêjiyê red kir.
Danişîna 2’yemîn a doza cerdevanê bi navê Îzettîn Yildirim ku di sala 2003’yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê bi awayekî sîstematîk destdirêjî li bûka xwe Z.Ç. dikir, hat lidarxistin. Piştî biryar ji hêla îstînafê hate betalkirin, doz li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê jinûve hat lidarxistin. Gumanbar Îzettîn Yildirim ku ji sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf” tê darizandin, tevli danişînê nebû.
Şahid hatin guhdarkirin
Weke şahid li dayik û xwişka Z.Ç. hate guhdarîkirin. Dayika Z.Ç. got ku keça wê her tim ji malê direviya û her carê bersûc Îzettîn Yardim bi darê zora tifingê dîsa dibir malê.
Daxwaza girtinê hat redkirin
Piştre jî ji parêzerên Z.Ç û Hevseroka Şaxa ÎHD’a Sêrtê Zozan Akdogan Nas axivî û got ku dema miwekîla wê rastî destdirêjiyê hatî zarok bû û xwest cezayê herî giran li bersûc were birîn.
Ji parêzeran Nezahat Celenê jî xwest faîlê tecawizê ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf” cezayê herî giran lê were birîn.
Dadgehê, daxwaza parêzeran red kir û bi daxwaza temamkirina kêmahiyên di dosyayê de danişîn taloqî 12’ê Sibata 2026’an kir.







