Li Tebqayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bang
- 17:53 31 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- ‘Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan’ li kantona Tebqayê, ji rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan xwest ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zext li Tirkiyeyê bê kirin.
‘Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan’ li kantona Tebqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji alî berdevkê însiyatîfê Hisên El Dixeyim ve li ber Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê bi amadebûna endamên însiyatîfê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku berdewamiya girtina Abdullah Ocalan sûcekî navneteweyî ye û bi taybetî sûcek li dijî tevahiya mirovahiyê ye.Di berdewamiyê de wiha hate vegotin: “ Rêber Abdullah Ocalan projeya xwe ya siyasî û ramyarî bi nêrîneke stratejîk a ronakbîr dest pê kir û çareseriyên nekevneşopî ji bo gelek pirsgirêkên herêmê û cîhanê pêşkêş kirin. Rêber Abdullah Ocalan hucreya xwe ya zindanê veguherand çavkaniyek zanîn, raman û fêrbûnê û cihek ji bo derbirîna azad. Em bang li rêxistinên navneteweyî, sivîl, mafên mirovan dikin ku doza Rêber Abdullah Ocalan li ser qada navneteweyî bikin mijareke mirovî û mafên mirovan û zextê li dewleta Tirk bikin da ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne.”







