Li Amed û Mêrdînê ji ber barîna berfê rê hatin girtin
- 21:33 31 Kanûn 2025
- Rojane
AMED- Li Amed û Mêrdînê ji ber barîna berfê ya zêde welatiyan demên zehmet jiyan û wesayît di rê de man.
Li Amedê berfa ku saetên sibehê de dest bi barînê kir bi saetan e dibare û bandorek neyînî li jiyanê kir. Welatî û wesayîtan demên zehmet jiyan û di hinek nokteyan de trafîk rawestiye. Ekîbên giredayê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ekîbên şaredariyên navçeyan ekîbeke ji 850 kesî pêk dihat ava kirin û xebatên paqijiyê pêk tînin.
Her wiha di riya Farqîn a Amedê de jî wesayît bi kîlometreyan asê man.
Mêrdîn
Li Mêrdîn û navçeyên wê jî ji ber barîna berfê bandorek neyînî li ser jiyanê bû û hemû rê hatin girtin. Wesayît di rê de man û xebatên ekîbên şaredarî û riyên bejayî jî biser neketin.
Her wiha riyên Mîdyad, Nisêbîn, Mêrdîn-Amed, Kerboran-Hezexê jî ji veguhetsinê re hatin girtin. Gelek wesayît di rê de asê man.Her wiha riya gelek gundan jî ji ber barîna berfê hat girtin.







