Xwendekara Zanîngeha Tehranê hate girtin

  • 11:48 1 Çile 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku xwendekara zanîngeha Tehranê Sarîra Karîmî, ji aliyê Yekîneyên Îstîxbaratê ve hatiye girtin.
 
Endama Konseya Navenda Yekîtiya Xwendekaran Sarîra Karîmî ku Sekretera Konseya Yekîtiya Xwendekaran û xwendekara beşa zanistên siyasî û hiqûqî ya zanîngeha Tehranê ye şeva 31’ê Kanûna 2025’an, di serdegirtina mala xwe ya li Tehranê de hat girtin.
 
Li gorî agahiya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Sarîra Karîmî ji aliyê Daîreya Yekîneyên Îstîxbaratê ve hatiye girtin.