Li Amarayê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
- 11:42 3 Nîsan 2026
- Rojane
RIHA - Amadekariyên mîhrîcana Amarayê qediyan. Girseyê berî ku mîhrîcan dest pê bike dest bi pîrozbahiyê kir.
Amadekariyên mîhrîcana Amarayê ku bi dirûşmeya "Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi Rêbertiya Azad" ji bo roja jidayikbûna 77'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, qediyan. Girseyê berî ku mîhrîcan dest pê bike, li ber qadê dest bi pîrozbahiyê kir, stran hatin gotin, govend hat gerandin.







