Şerê Îsraîl-DYA û Îranê didome: Bîlanço giran dibe

  • 11:48 3 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Îsraîl- DYA û Îranê di roja xwe ya 35'an de dewam dike. HRANA'yê ragihand ku di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 10 welatiyên sivîl birîndar bûn.
 
Şerê Îsraîl- DYA û Îranê di roja xwe ya 35'an de dewam dike û bandorê li binesaziyên girîng ên welatên derdorê û enerjiya cîhanê dike.
 
Saziya Petrolê ya Kuweytê ragihand ku berbanga îro parzûngeha bendera El Ehmedî bi dronan hat bombekirin û şewat li hin beşên wê derket.
 
Saziyê diyar kir ku zerarên canî çênebûn û şewat hat vemirandin. Her wiha îşaret pê kir ku wê ji bo silametiya karkeran û domandina xebata benderê tedbîr girtine.
 
Serokê DYA'yê Donald Trump ragihand ku dê derbeyan li dijî binesaziya Îranê zêde bike û gefa hedefkirina pir û stasyonên enerjiyê xwar. Trump anî ziman ku şer hîna bi dawî nebûye.
 
Artêşa Îranê gefa "Êrişên dijwartir" li DYA û Îsraîlê xwar. Di vê çarçoveyê de Pasdarên Îranê ragihand ku wê û hêzên çekdar ên Yemenê operasyoneke hevbeş pêk anîn û deverên li rojavayê Tel Avivê, bendera Îlatê bi mûşekan kirine armanc. Her wiha daxuyand ku dê êrişan bidomînin.
 
Artêşa Îsraîlê jî der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û ragihand ku wê hejmarek mûşekên ji aliyê Îranê ve hatibûn avêtin, asteng kirin. Hûsiyan jî ragihand ku wan jî êriş li dijî Îsraîlê pêk anîn. Li Lubnan û Iraqê jî hin devera hatin hedefkirin.
 
Îmaratê, bikaranîna Tengava Hurmuzê wekî 'şerekî aborî' red kir û hişyarî da ku bandorên vê yekê dê li ser sûkên enerjiyê û ewlehiya xurekê ya cîhanê giran bin.
 
Wezîra Dewletê ya Hevkariya Navneteweyî Rîm Bint Îbrahîm El Haşimî got, hedefgirtina keştiyên bazirganiyê li Kendavê binpêkirina qanûna navneteweyî û gefek rasterast li ser aboriya cîhanî ye. Her wiha destnîşan kir ku astengkirina tevgera navîgasyonê bûye sedema kêmbûna trafîka keştiyan û zêdebûna xetereyên li ser xelekên dabînkirinê.
 
Berdevkê NY'yê Stephane Dujarric jî banga çareseriyên dîplomatîk ji bo bidawîkirina şer kir û got, hedefgirtina binesaziya sivîl binpêkirinek eşkere ya qanûna navneteweyî ye. Dujarric destnîşan kir ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, nûnerê xwe yê taybet Jean Arnault şandiye da ku rêyên kêmkirina rewşê û vekirina Tengava Hurmuzê gotûbêj bike.
 
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir û got, “biryarên provokatîf” ên li Konseya Ewlehiyê ya NY’ê têkildarî Hurmuzê bên dayîn, dê krîzê hîn kûrtir bike.
 
Konseya Ewlekariyê, dema dengdana li ser pêşnumeya "Bikaranîna hêza parastinê ya ji bo parastina tevgera li tengava Hurumzê" ya ji aliyê Bahraynê ve hatibû pêşkêşkirin, taloq kir.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îsraîl-Amerîkayê û Îranê ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.
 
HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de li ser 16 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herî kêm 275 êriş hatin pêkanîn ku 22 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.
 
Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 10 welatiyên sivîl birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Tehran, Elburz, Xozistan, Loristan, Hurmuzgan, Tewrêz, Xoristana Rezewî hatine pêkanîn.
 
Hêjayî gotinê ye ku li gorî bîlançoyên ne fermî, ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê heta duh ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar û 606 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 244 jê zarok in.