Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

  • 09:31 4 Nîsan 2026
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Berxwedan ku yek ji komên sembolîk ên hunera berxwedanê ya Kurd e, piştî 7 salan ji nû ve avakirina xwe ragihand û diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi modela “Akademî û Dibistana Çandê” bidomînin.
 
Koma Berxwedan, ku di sala 2019’an de biryara fesixkirina xwe dabû, avakirina xwe ya nû li Kolnê di resepsiyonekê de ragihand. Hunermend û nûnerên saziyên cûrbecûr li salona ‘Da Vet Fusion Mediterranean Kitchen’ tevlî çalakiyê bûn.
 
Di deklarasyona ku ji hêla Koma Berxwedan ve hat parvekirin de, hat diyar kirin ku ew êdî bi hilberîna muzîkê ve sînordar namînin, dê bibin avahiyek saziyî ku çanda Kurdî diparêze û digihîne nifşên nû. Koma Berxwedan xwe wekî "Akademî û Dibistana Çandê" pênase kir.
 
Koma ku bi pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" re biryara ji nû ve avakirina xwe da, diyar kir ku ew bi perspektîfa avakirina çandî vê pêvajoyê digirin dest. Hozan Xelîl Xemgîn ku li ser navê Koma Berxwedan axivî, da zanîn ku kom beşek girîng a têkoşîna azadiyê ye û got, "Koma Berxwedan bû deng û wijdanê gel." Xelîl Xemgîn, bi bîr xist ku saziyên çandî di salên bihurî de rastî gelek zext û qedexe hatine û wiha axivî: “Koma Berxwedan projeya Rêber Apo bû. Tevî gelek car arşîvên me hatin desteserkirin û saziyên me hatin girtin jî 33 salan me li ber xwe da. Niha jî em vê mîrateyê weke dibistan ji nû ve ava dikin.”
 
Gelek hunermend Hozan Şemdîn, Kawa, Amele, Gulîstan Musa, Şiyar Munzûr, Hozan Aydin, Jiyan Osman, Bengî Agirî û nûnerên saziyên cûrbecûr beşdarî çalakiyê bûn. KNK, KONGRA GEL, û KCK-E jî peyam şandin.
 
Di peyaman de rola Koma Berxwedan di têkoşînê de û girîngiya wê di dema nû de hate destgirtin.
 
Çalakî bi stranên Koma Berxwedan, bi dawî bû.