Lêpirsîna Gulistan Doku: Ji bo kesekî firarkirî daxwaza bultena sor

  • 19:50 14 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM- Di çarçoveya lêpirsîna der barê windakirina Gulîstan Doku de didome, wê ji bo kesê 14’emîn ê der barê wî de biryara girtinê hatiye dayîn û li derveyê welate, daxwaza bultena sor bê kirin.
 
 Kar û barên emniyet û edliyeyê yên 13 kesên di çarçoyeya lêprisîna der barê xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ji 5’ê Çileyê 2020’an heta niha agahî jê nayê girtin, htibûn binçavkirin temam bû. Der barê hevalê  M.T.S û U.A, U.A de biryara girtinê hat derxistin.  Hat hînbûn ku serdozger der barê fîrarî U.A de daxwaza derxistina bultena sor wê bike.
 
Hat hînbûn ku U.A ji gulana 2022’an de li DYA’yê ye û ji wê dîrokê heta niha venegeriyaye Tirkiyeyê, dayika wî ji bo hevdîtinan çûye DYA’yê.