Egîtîm Sen: Divê dibistan ne qadê tundiyê qadên ewlehiyê bin
- 15:13 15 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên Egîtîm Senê li dijî êrişa li ser lîseyê ya Sêwregê rojek dest ji kar berdan û êriş protesto kirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin:"Divê dibistan ne qadnên tundiyê qadên ewlehiyê bin."
Duh li navçeya Sêwregê ya Rihayê kesek êrişî Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu kiribû. Di encama erişê de 10 xwendekar, 4 mamoste, karkerek kantînê û polîsek birîndar bûbûn.
Şaxên Egîtîm Senê yên bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî êrişê rojek dest ji kar berdan û êriş protesto kirin. Gelek bajaran endamên Egîtîm Senê çalakî li dar xistin.
Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.
Wan
Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê derbarê êrişa li Sêwregê ya li ser dibistanekê ku 16 kes birîndar bûn, li ber Şekerbankê heta Qada Bajêr meşek li dar xist. Di meşê de pankarta “Di perwerdehiyê de ji tundiyê re bibêje na” û “Ji tundiya li ser mamosteyan re na” hat vekirin û di dirûşmên “Dijminê mamosteyan Yusuf Tekin îstifa” û “Bijî berxwedana kedkaran” hatin berzkirin. Gelek welatî û mamoste tev li meşê bûn. Piştî meşê li Qada Bajêr daxuyanî hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê Fîdan Demîr Bozkurt ve hat xwendin. Fidan Demîr Bozkûrt di daxuyaniyê de bal kişand ser zêdebûna bûyerên tundiyê û xwest kes û saziyên nikarin xwendekar û mamosteyan biparêzin divê hesab bidin raya giştî.
Amed
Şaxên Egîtîm Senê yên Hejmara 1 û 2'yan ên Amedê li ber avahiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr û Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3'yan jî li navçeya Erxeniyê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredar, endam û rêveberên saziyên sivîl di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Metna daxuyaniya hevpar Sekretera Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 1an a Amedê Arzû Koç xwend. Li Erxeniyê jî metna daxuyaniyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3yan a Amedê Serdar Kaya xwend.
Stenbol
Li Stenbolê endam û rêveberên Egîtîm Senê li pêşiya Rawestgeha Tramvayê ya Beyazitê kom bûn û heta Midûriyeta Bajêr ya Perwerdehiyê meşiyan. Berî ku girse bigîhije pêşiya midûriyetê polîsan bend danî pêşiya girseyê, lê girseyê li ber xwe da û polîs neçar man ku pêşiya girseyê vekin. Endam û rêveberên Egîtîm Senê, nûnerên sendîkayan û gelek mamoste tev li çalakiyê bûn.
Piştî meşê li vir daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3yemîn a Stenbolê Huseyîn Tosun ve hat xwendin.
Huseyîn Tosun anî ziman ku îro dibistan bûne cihê tundiyê û wiha got: “Berpirsiyarê tundiyan polîtîkayên desthilatê ye. Ji bo pêşiya tundiyê bê girtin divê pergala perwerdehiyê ji nûve were înşakirin. Em wekî Egîtîm Senê banga hesapdayînê dikin. Têkoşîna me ya perwerdehiya zimanê zikmakî û demokratîk dê bidome.”
Agirî
Şaxa Eğitim Sen (Sendîkaya Perwerdehiyê) ya Agirî li Kolana Cumhuriyetê ya navenda bajêr ji bo protestokirina şîdeta li dibistanan civîneke çapemeniyê li dar xist. MEBYA-DER,MÎA-FED, DBP, DEM Partî û gelek kesên din beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Pankartek bi nivîsa "Na ji şîdeta li dijî mamosteyan re" hate vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Nûnerê şaxa Eğitim Sen a Bazîdê Fecrî Yaşar ve hate xwendin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Dibistanek ewle, pêşerojek ewle" û "Em ê teslîmî tariyê nebin" bi dawî bû.







