Dayikên Şemiyê: Dewlet sûcên xwe vedişêre

  • 14:45 18 Nîsan 2026
  • Rojane
_STENBOL - Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê ku di sala 1981'ê de di binçavan de hat windakirin pirsîn, diyar kirin ku wekî doza Gulistan Dokû sûcên dewletê tên veşartin û gotin: "Em ê vê dozê jî bişopînin."
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo çalakiya xwe ya 1099'emîn a li Qada Galatasarayê kom bûn û li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de hatine windakin pirsî û xwestin kujer bên darizandin û cezakirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê, bi hilgirtina qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên winda, li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol (26) pirsîn ku di 12'ê Nîsana 1981'ê de li Stenbolê hat binçavkirin û paşê bi îşkenceyê hat kuştin û cenazeyê wî hat qindakirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan û endamên malbata Yedîgol beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Îkbal Erenê ve hat xwendin.
 
Îkbal Erenê agahiyên ku Yedîgol ji Fakulteya Karsaziyê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye û di salên xwendekariyê û piştî wê de bi awayekî çalak beşdarî tevgera ciwanan a sosyalîst bûye parve kir û got: "Piştî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê, der barê wî de fermana girtinê hat dayîn. Di 12'ê Nîsana 1981'ê de, di serdegirtina malekê li Îdealtepeyê de hat binçavkirin. Nûrettîn ku birin Şaxa 1'emîn a Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Gayrettepeyê, li wir hat îşkencekirin. Cenazeyê wî ku bi îşkenceyê hatibû kuştin, hat windakirin. Bavê wî, Îsmaîl Yedîgol, tevî atmosfera zordar a 12'ê Îlonê jî, dev ji lêgerîna kurê xwe berneda. Wî serî li hemû rayedaran da, ji Kenan Evren dest pê kir. Lêbelê, Fermandariya Awarte a Stenbolê û Midûriyeta Polîsan a Stenbolê îdîa kirin ku Nûrettîn qet nehatiye binçavkirin."
 
‘Bi îşkenceyê hat kuştin'
 
Îkbal Erenê ku îfadeyên şahidên nêzîkî Yedigol anîn ziman, ragihand ku şahidan gotiye, "Em şahid in, ew bi îşkenceyê hatiye kuştin." Îkbal Erenê wiha domand: "Li şûna ku dozger van îfadeyan lêkolîn bike, wan red kir, tenê got, 'Tiştekî wisa ne mimkun e, dewletê nexapînin.' Hemû serlêdanên malbatê bê encam man. Sê lêpirsînên cuda yên ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatin kirin bi hinceta demdirêjiyê hatin girtin. Wekî çareya dawî, dayik Zeycan Yedîgol di 15'ê Sibata 2013'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Lêbelê, dadgehê di 10'ê Kanûna 2015'an de bi hinceta 'nebûna karbidestiya ji ber sînordarbûna demê' ew qebûl nekir. Careke din, aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ji ber demdirêjiyê hat nixumandin."
 
Paşê, Umît Efe, hevalê Yedîgol û şahidê bûyerê, axivî û wiha got: "Ew bi şev û roj bi berdewamî hat îşkencekirin. Muxalefet û sosyalîst şahidiya îşkenceya ku lê dihat kirin, kirin. Tevî van hemû îşkenceyan jî, wî bersiv neda îşkencekaran. Îşkence zêde bû. 45 sal in em hewl didin ku şahidiya xwe bibêjin û bizanin ka çi bi serê Nûrettîn hatiye. Em dizanin kê îşkence li wî kiriye. Em ji bo eşkerekirina rastiyê û darizandina sûcdaran têkoşiyan û em ê berdewam bikin."
 
‘Edaletê pêk bînin'
 
Muzaffer Yedîgol, birayê Yedîgol, ji rayedaran xwest ku edaletê pêk bînin. Yedîgol got: "Lê bila bizanin, em ê tu carî dev jê bernedin. Em ê tu carî dev ji lêgerîna birayê min bernedin. Ji ber ku heta nefesa me ya dawî, her çend em ji gorê bitirsin jî, her çend em ji mirinê bitirsin jî, em ê tu carî dev ji lêgerînê bernedin."
 
Eren Keskîn, parêzera dozê û endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî got: "Şahid hene ku îfadeyên wan pir zelal in ku Nûrettîn Yedîgol bi îşkenceyê hatiye windakirin. Yek ji wan Aslan Şener Yildirim e. Wan dengê îşkenceyê bihîstiye û demek şûnde, dema ku ew li ber Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê bûne, cilên Nûrettîn Yedîgol dane Aslan Şener Yildirim ku wê demê girtî bû. Yildirim got, 'Ev cilên Yedîgol in.' Polîsan got, 'Pêdivî bi van cil û bergan nîne; wî ew ji we re hiştiye.' Ne tenê Aslan Şener Yildirim; Harun Kartal, Şemsî Aydemîr, Battal Ûgûr, Bulent Kuçukunal, Haydar Yildiz û Bûket Okutulmuş jî ji bo van hemûyan şahidî kirin. Wekî hemû sûcên dewletê di hiqûqa navxweyî de, demdirêjî tê sepandin." 
 
Eren Keskînê diyar kir ku wekî di doza Gulistan Dokûyê de sûcên dewletê tên nixumandin û got: "Îradeya dewletê li pişt hemû dosyeyên kesên winda heye. Ji ber vê yekê Komara Tirkiyeyê bi zanebûn Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Windakirinên Bi Darê Zorê îmze nake. Ji bo veşartina sûcên xwe îmze nake. Em ê vê dozê jî bişopînin." 
 
Çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.