Lêpirsîna Gulîstan Doku: Ji bo îfadeyê bang li midûrê emniyetê hat kirin
- 11:23 27 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna doza Gulîstan Doku de Midûrê Emniyeta Dêrsimê yê wê demê Yilmaz Delen wek “şahid” îfadeya wî dê bê girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna doza xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de agahiyên nû derketin. Midûrê Emniyeta Dêrsimê yê wê demê û niha Midûrê Emniyeta Yalovayê Yilmaz Delen ji bo îfade dayînê bang lê hat kirin. Yilmaz Delen dê li Erziromê îfade bide.
Hat hînbûn ku îfadeya Yilmaz Delen wekî “şahid” bê girtin.







