Kesên ku di çalakiyên Rojava de hatin binçavkirin tehliye bûn

  • 16:24 24 Nîsan 2026
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Der heqê rojnameger Nedîm Oruç û 19 welatiyên din ku 8 ji wan zarok bûn biryara tehliyeyê hate dayin. 
 
Danişîna ewil a doza nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç ku dema li Cizîr a Şirnexê nûçe dişopand bi lêdanê hatibû binçavkirin û 8 jê zarok bi giştî 19 welatiyên din ên ji ber protestoyên êrişên ser Rojava hatibûn girtin, hat lidarxistin. Danişîn, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Oruç û 19 welatiyên din di danişînê de amade bûn. Nûnerên DFG, partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk jî danişîn şopandin. 
 
Danişînê, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Oruç, di danişînê de got ku ew nûçegihanê Ajansa Welat e û di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de hatiye binçavkirin. Oruç, da zanîn ku di dema binçavkirinê de polîsan heqaret li wî krine û tevî gotiye rojnameger e jî polîsan ji wî xwestiye dûr bikeve û di wê navberê de hatiye binçavkirin. 
 
Di berdewamê de Nedîm Oruç, anî ziman ku li cihê bûyerê karê xwe yê pîşeyî kiriye, dîmenên kişandî diyar in lêbelê polîsan de fezlekeya xwe de ev yek paşguh kirine û weke ku ew jî tev li çalakiyan bibe hatiye nîşandan. Li ser pirsa dadgehê ya der heqê parvekirinên wî yên li ser hesabê X’ê, Ouç anî ziman ku weke rojnamegerekî ji çavkaniyên cuda nûçe retweet kiriye û ev yek jî sûc nîne. 
 
Piştî parastinan, dozgerriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Mehmet Saît Malkaç û Umut Boz bên tehliyekirin û girtiyên din rewşa wan a girtî bidome. 
 
Parêzerê Nedîm Oruç, Resûl Temur jî anî ziman ku  Nedîm Oruç rojnameger e û wiha parastina miwekîlê xwe kir: “Şandeya dadgehê parvekirinên Channel 8’ê pirsiyaye. Dîmenên behsa xeberê, aydê şopandina nûçeyeke dema vekişîna PKK’ê ye. Gelek rojnameger jî ji bo vê merasîmê hatibûn vexwendin ku miwekîlê min Nedîm Oruç jî yek ji wan rojnamegeran e. Dîmenên Channel 8’ê bi temamî encama vê xebatê ne. Heman nûçe di Ajansa Welat de jî hatiye weşandin. Hemû xebatên miwekîlê min di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne û tu hêmayeke sûc nîne.” Resûl Temûr, daxwaza tehliye û beraeta miwekîlê xwe kir. 
 
Şandeya dadgehê piştî parastinan biryara xwe aşkera kir. Şandeyê, diyar kir ku kêmasiyên di dosyayê de hatine temamkirin û ji bo tevahiya girtiyan biryara tehliyeyê da. 
 
Doz taloqî 25’ê Hezîranê hate kirin.