KCDP, peymana Stenbolê bir DMME

  • 15:56 27 Nîsan 2026
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Em ê Kuştina Jinan Bisekinînin (KCDP) biryara vekişîna Tirkiyeyê ji peymana Stenbolê bir DMME’yê.
 
Platforma Em ê Kuştina Jinan Bisekinînin (KCDP), biryara vekişîna Tirkiyeyê ji peymana Stenbolê bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME). KCDP ragihand ku piştî rêyên hiqûqa navxweyî hemû hatin girtin, mijar birine DMME’yê.
 
Bi biryarnameya ku Serokkomariyê di dîroka 20’ê Adara 2021’an de hate weşandin, Tirkiyeyê ji peymana Stenbolê îmzaya xwe vêkaşand, li gelemperî welat têkoşînek mezin a hiqûqê hate destpêkirin. Platforma Em ê Kuştina Jinan Bisekinînin (KCDP) bi hinceta ku biryara ji peymanê vekişînê derveyî hiqûqê ye doza betalkirinê vekiribû. Di danişîna ku li Enqerê hatî ditin û bi sedan jin şopandî de di aliyê betalkirina biryarê de biryarek derneket. KCDP ku navber nedayî têkoşîna hiqûqê, doz bir Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Lê belê di mehên borî de, biryara ‘serlêdan nehate qebulkirin’ ji AYM’ê hat, hemû rêyên hiqûqa navxweyî girt. 
 
Platformê piştî biryara AYM’ê ji bo vê mijarê bibe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) serlêdanek berfireh amade kir. Serlêdana fermî ku di Nîsana 2026’an de hatî kirin, Peymana Stenbolê birin DMME. Di daxuniya ji aliyê parêzera dilxwaz a KCDP’ê Esîn Yeşilirmak ve hatî dayîn ev tişt hate gotin: “Peymana Setnbolê ji ber metna lihevkirinek nevneteweyî bû, bi hiqûqa meya navxweyî bi biryarê erêkirina Meclîsa Tirkiyeyê hate daxilkirin û kar û barên derketinê jî dîsa bi biryara TBMM, dibe. Di 20’ê Adar 2021’an de bi îmzayek a Serokkomariyê, bi biryara ku di rojnameya fermî hatî weşandî de em fêr bûn ku ev biryar hatiye girtin. Ev xusus tevî ku li dijî hiqûqa îdarî û destûra bingehîne, Dadgeha Destûra Bingehîn yek ji van xususan ne nirxand. Mafek ku di destûra meya bingehîn de tê parastin, ji ber di dadgeha Destûra Bingehîn de nehate nirxandin, em neçar man serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) bidin.”
 
Li gorî daxuyaniya Esîn Yeşîlirmak, sedemê serlêdana platformê wiha rêz kir:
 
“* Binpêkirina mafê serlêdana bi bandor;
 
* Binpêkirina zagona cûdakariyê;
 
* Binpêkirina sînordarkirina qedexeyên ji bo mafan tînin;
 
* Binpêkirina ewlehiya hiqûqî û rêgeza civaka demokratîk ku bandorê li ruhê Peymana Mafê Mirovan û Ewropa dike.”