Hevseroka ÎHD’ê Ayten Kiran: Penaber dikevin nav lepê fuhuşê
- 09:10 30 Nîsan 2026
- Rojane
WAN - Hevseroka ÎHD’a Wanê Ayten Kiran der barê binpêkirinên di encama koçberiyê de dertên holê de axivî û got: “Jinên tên koçberkirin, li ewlatên cuda dikevin nav lepê fuhuşê.”
Li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji ber şerê ku bi salane didome, bi mîlyonan kes ji axa xwe dibin. Di salên 1990’î de li Kurdistanê ji 4 hezarî zêdetir gund hatin valakirin û 3 mîlyon kes koçber bûn.
Tevî 30 sal derbas bûye hîna jî texrîbata civakî, aborî û çandî didome. Jinên koçber dibin bi binpêkirinan re tên rûhev.
Di 2024’an de 2 mîlyon kes koçber bûn
Li Tirkiyeyê tevgera koçberiyê didome. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) di 2024’an de 2 mîlyon û 682 hezar û 673 kesî bajarên ku lê diman guhertine. Koçberiya hundir ji sedî 3.13 yanî 2.7 mîlyon hat qeydkirin. Heman demê de 314 hezar û 588 kes hatin Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê jî 424 hezar kesî koçî derveyê welat kir.
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê û endama Komîsyona Koçberiyê Ayten Kiran der barê koçberiyê de axivî.
Di salên 90’î de koçberiya bi zorê dest pê kir
Ayten Kiran da zanîn ku ji salên 90’î şûnde gund hatine valakirin û koçberiya bi zorê dest pê kiriye û wiha got: “Ji 4 hezarî zêdetir gund hatin valakirin. Jİ ber vê gel neçar ma koç bikin.Li cihê bicih bûn jî pirsgsirêkên aborî, civakî jiyan. Entegre nebûn. Li metropolan bi cih bûn, li herêma Akdenîz, Karadenîzê, li ser erdan xebitîn û zehmetiyên mezin kişandin.”
‘Şer koçberbûnê bixwe re tîne’
Ayten Kiran balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyon, êrîşên nîjadperest û got: “Ev polîtîka îro jî didomin. Li Rojhilata Navîn ji ber şerê hatine destpêkirin koçberî jî zêde dibe û li welatên bicih dibin jî terkî mirinê tên kirin. Li welatên cuda ji ber şer mirov koçber dibin. Bi awayekî cidî têketinên Tirkiyeyê zêde bûne. Wan tije ciwanên Afgan bûne. Sedema hatina wan jî çûya welatekî sêyemîn e.”
‘Yên herî zêde mexdûr dibin jin û zarok in’
Ayten Kiran wiha dirêjî dayê: “Di şer de yên herî zêde mexdur dibin jin û zarok in. Jin û zarok pir zêde tên îstîsmarkirin. Li cihê bicih dibin, zarokên keç difroşin mêrên temen mezin. Jinên penaber li welatên bicih dibin dikevin bin lepê fuhuşê. Ber bi fuhuşê ve tên kaşkirin. Divê li welatên ku jin bi cih dibin bên parastin. Divê di vê mijarê de tedbîrên cidî bên girtin. Butçeya ji bo gelên koçber dibin tên veqetandin, bi armancên din tên bikaranîn. Ger ku butçeya ji bo penaberan hatiye veqetandin ji bo wan bihata bikaranîn wê îro me tiştên hîn cudatir biaxiviya. Gelê ku bi şer re koçber dibûn êdî naxwazin koç bikin. Li şûna koçber bibin û bimirin, şerkirinê, têkoşînê tercih dikin.”








