MKG’ê bertek nîşanê tacîza li hember Oznur Deger da
- 21:37 30 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG’ê bertek nîşanê tacîz û tehdîda li dijî seroka şaxa Wanê Oznur Deger da. MKG’ê wiha got: “Oznur Deger ne tenê ye; rojnamegerên jin wê bêdeng nemînn, şûnde gavê navêjin.”
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê û Saroka Komeleya Rojnamegerên Mezopotamyayê (MKG) ya Wanê Oznur Deger li Wanê di dema roportaja kolanê de ji aliyê Halîl Îtah ve rastî tehdîd û tacîza gotinî hat. Oznur Deger der barê gumanbar de gilî kir. MGK’ê der barê tehdîd û tacîza li hember Oznur Deger de daxuyaniyek da.
‘Rojnamegerên jin wê bêdeng nemînin’
Komeleyê di daxuyaniya li ser X’ê de wiha got: “Seroka şaxa MKG’a Wanê Oznur Deger di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê mêrekî ve rastî tehdîd û heqeretan hatiye. Em vê qebûl nakin. Hedefgirtina rojnamegereke jin ku pîşeya xwe îcra dike, ne êrîşeke şexsiye, tehdîdek li hember mafê jiyana jinan û azadiya çapemeniyê ye. Êrîşên li hember rojnamegerên jin ne munferîte, berhema zîhniyeta serdest ya mêr e. Emê şopdarê pêvajoyê bin û destur nedin bêcezahiştinê. Em vê pergalê qebûl nakin. Oznur Deger ne tenê ye; rojnamegerên jin wê bêdeng nemînin, şûnde gavê navêjin.”








