‘Heta ku heqîqet dernekeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
- 19:45 2 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - Jin Bi Hevre Xurtin, li dijî qetilkirinên jinan çalakî li dar xistin û gotin: “Heta heqîqet dernekeve holê, aqûbeta jinên winda dernekeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin û mezin bikin.”
Bi banga Jin Bi Hev re Xurtin li Beyoglu ya Stenbolê li Qada Tunelê jin hatin gel hev û meşiyan Îskeleya Emînonu. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘qetilkirinên jinan polîtîkin’, ‘Çi bi Rojînê hat, çi bi Gulîstanê hat, ji bi Yeldana Kahraman hat’ berz kirin. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî, aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel tevli çalakiyê bûn.
Metda daxuyaniyê Evrîm Gurenîn xwend.
EvrÎm Gurenîn da zanîn ku ji roja Gulîstan Doku winda bûye, pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ dipirsin û da zanîn ku ji bo aqûbeta hemû jinên hatine windakirin bipirsin, liher qadê têkşoînê dimeşînin. Evrîm Gurenîn daxuyakirin ku di 6 salan de lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û mêr hatine parastin.
Evrîm Gurenîn wiha berdewam kir: “Piştî 6 salan şûnde di dosyayê de pêşketin hatin jiyîn. Lê tevî vê hîna jî nayê zanîn ku Gulîstan li ku derê ye. Di windakirina jinekê de burokrasî, hêzên ewlehiyê û daraz bûne hevpar. Emê ji bo hemû jinên hatine windakirin têkoşîna xwe bidomînin. Em dengê hev mezin dikin û dest ji têkoşînê berdandin. Heta ku heqîqet dernekeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”







