Beriya 15’ê Gulanê li Wanê deklerasyon:Ji bo Kurdî daxwaza statuyê
- 15:19 3 Gulan 2026
- Rojane
WAN- Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dê sibê bi boneya 15’ê Gulanê Deklerasyona Cejna Zimanê Kurdî li Qada Bajêr ya Wanê bi daxuyaniyekê eşkere bike.
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dê sibê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Qada Bajêr ya Wanê, bi şîara “Statuya Kurdî Perwerdehiya Bi Kurdî” deklarasyonekê parve bikin û dê xebatên ji bo 15’ê Gulanê bidin destpêkirin. Deklarasyon dê sibê saet 17:00’an de li Qada Bajêr a Wanê bê aşkerekirin û banga tevlêbûna bername û pîrozbahiyên 15’ê Gulanê li gelê Serhedê bê kirin. Saziyan bi daxuyaniyekê ji bo tevli deklerasyonê bibin gel vexwend deklerasyonê.







