DEM Partiyê ji bo Komkujiya Dêrsimê banga ‘hevrûbûnê’ li dewletê kir

  • 12:10 4 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE - DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da. DEM Partiyê xwest komkujî ji her alî ve were lêkolînkirin, arşîv bên vekirin û got: “Heta bi rabirdûyê re hevrûbûnek çênebe dê pêşiya zîhniyeta rê li ber van binpêkirinan vedike neyê girtin.” 
 
Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Stenbolê Cengîz Çîçek û Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Korduyê ji bo ronîkirina Komkujiya Dêrsimê pêşnûmeya lêkolînê da Serokatiya Meclisê. 
 
Di pêşnûmeyê de hate gotin ku di serdemên dawî yên Osmaniyan de Dêrsim weke “warê eşqiyeyan” hatiye tawanbarkirin û herêm bi fermanên padîşahan û fetwayên şeyhûlîslaman û bi bac, venêrîna eşîran û polîtîkayên serîtewandina siyasî hedef hatiye girtin. 
 
Bi domdarî hate destnîşankirin ku otorîteya navendî her tim Kurdên Elewî weke “meseleyeke divê were çareserkirin” dîtine û ev nêzikatî di salên 1937-1938’ê de veguheriye biryara tesfiyekirinê. Hat gotin ku di serdema behsa xeberê de ziman, bawerî, çand û hafizeya xelkê Dêrsimê bi awayekî giştî hedef hatiye girtin. 
 
Di berdewamiya pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Komkujiya Dêrsimê, ne tenê komkujiyeke di demên berê de hatiye jiyîn e; îro jî di mijara pêşerojeke demokratîk a Tirkiyeyê, hemwelatiya wekhev û avakirina aştiya civakî de meseleyeke diyarker e. Heta ku bi rabirdûyê re hevrûbûnek çênebe dê nekare pêşiya zîhniyeta pêşiya van binpêkirinan vedike were girtin. Divê Komkujiya Dêrsimê ji hêla dîrokî, hiqûqî û siyasî ve bi giştî were lêkolînkirin, arşîvên dewletê bêyî kêmasî bi raya giştî re bên parvekirin, cihê gora Pîr Seyîd Riza û hevrêyên wî bên tesbîtkirin, qadên gorên komî bi rêbazekî serbixwe û zanistî bê lêkolînkirin, aqûbeta zarokên ji malbatên xwe hatine qutkirin û hevrûbûneke civakî çêbibe. JDivê gavên şênber ên ji bo cîbicîkirina edaletê bên diyarkirin.”