Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin
- 16:08 6 Gulan 2026
- Rojane
ENQERE - Şandeyeke ji Dayikên Aştiyê pêk tê dê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana partiyên siyasî bikin.
Şandeyeke ji Dayikên Aştiyê pêk tê dê di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de sibê serdana partiyên siyasî bike. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya jî dê bi şandeyê re biçin serdanan. Şandeya Dayikên Aştiyê ku ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê pêk tê, dê li Meclisê serdana komên partiyên siyasî bikin û hin serokên giştî yên partiyên siyasî re hevdîtinan pêk bînin.
Dayikên Aştiyê dê seat 14:00an de serdana Partiya Gelecekê, seat 16:00an serdana Partiya DEVAyê, seat 17:00an jî serdana Partiya Saadetê bikin. Dayikên Aştiyê dê di 8ê Gulanê roja Înê jî li Meclisê serdana CHPê bikin.







