‘Heta gavên qanûnî neyên avêtin wê pêşketin tune be’

  • 09:06 7 Gulan 2026
  • Rojane
Devrîm Findik
 
STENBOL- Hevseroka DEM Partiyê ya Umraniyeyê Ayten Bîngol bal kişand ser kêmasiyên di gavên qanûnî û şênber yên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û daxuyakirin ku aştiyeke mayînde bi tevlibûna hemû aliyên civakê û hevqebûlkirinê pêkan e.
 
Nîqaşên der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demorkatîk de, bi aliyên cuda yên civakê re hem bendewarî hem jî bê baweriyê derdixin holê. Nezelaliya der barê pêvajoyê de didome û nêzîkatiya Tirkiyeyê jî bi nîqaşên ‘mijulkirinê’ tê nirxandin. Ligel vê kêmasiyên di gavên şenber û mayîn de jî tên rexnekirin. Daxwazên mafên wekhev yên jin û Kurdan, ferz dike ku polîtîkayên entegrasyonê ji nû ve bên destgirtin. Di vî alî de hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Umraliyê Ayten Bîngol axivî.
 
‘Divê nêrînên cuda bên gel hev’
 
Ayten Bîngol da zanîn ku dive gavên qanûnî yên der barê pêvajoyê de demildest bên avêtin û got ku ji ber neavêtina gavan pêvajo jî dixitime. Ayten Bîngol ev tişt anî ziman: “Li ser vî esasî divê gavên qanûnî bên avêtin. Ez dixwazim ev pêvajo veguhere aştiyê. Divê em her yek jiyaneke bi hev re qebûl bikin. Ji bo qanûnên entegrasyonê pêk bên divê her kes tevli pêvajoyê bibe. Divê bawerî û gelên cuda hev qebûl bikin û ligel hev jiyankirinê fêr bibin.”
 
‘Tenê xwestina Kurdan têr nake’
 
Ayten Bîngol destnîşan kir ku tenê bi xwestina Kurdan nabe û got: “Divê hemû civak xwe tevli pêvajoyê bikin. Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin, divê hem girtî hem jî yên serê çiyê vegerin jiyana xwe. Ji bo vê divê bi qanûnan pêşî bê vekirin. Gotina ‘terorê’ divê ji jiyanê bê derxistin.”