Ardil Çeşme: Zindan eynika derve ye

  • 09:10 11 Gulan 2026
  • Rojane
Şehrîban Aslan - Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Ardil Çeşme ku piştî girtina 32 salan şûnde hat tahliyekirin diyar kir ku zindan eynika derve ye û polîtîkayên zextê û kevneşopiya berxwedanê ya li girtîgehan vegot.
 
Ardil Çeşme di 1994’an de li Amedê hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ve cezayê muebetê lê hat birîn. Ardil Çeşme piştî girtina 32 salan şûnde hat tehliyekirin. Ardil Çeşme têkoşîna li girtîgehan, tabloya ku piştî ji girtîgehê derketiye pê re hatiye rû hev vegot.
 
‘Wek gel kêfa me her tim nîvco dimîne’
 
Ardil Çeşme der barê tehliyekirina xwe de û hestên ku jiyaye de wiha axivî: “Dema derketim min kêfa mirovan dît. Dema hatibûm girtin her kes xemgîn bû, lê dema derketim kêfxweşiyek mezin hebû. Ji ber vê ev hestekî pir xweş bû. Bi gelê ku evqas êş û azar kişandiye re dîtina kêfxweşiyê, ez jî kêfxweş kirim. Ez serbilind bûm. Dema ji girtîgehê derketim, em ji Erzînganê hatin Dêrsimê çiyayan bala min kişand. Min li çiyayan mêze kir. Me gelek hevalên xwe winda kirin, şehîd ketin. Ez hestiyar bûm. Ji serokatiyê bigire heta hemû hevalan li ber çavên min derbas bûn. Ez hatim Amedê geriyam. Amed qerebalix bûye. Belê ez derketim lê hevalên min girtîne. Wek gel kêfa me her tim nîvco dimîne. Li aliyê din jî pêvajoya tê jiyîn û serokatî çi difikire. Mirov van mereq dikin.”
 
‘Divê ev gel bi zarokên xwe serbilind bin’
 
Ardil Çeşme destnîşan kir ku tişta ku wan li girtîgehan li ser piyan dihêle tevgera azadiya Kurd e û got: “Ya me li ser piyan dihêle tevgera me bû. Me riya xwe tercîh kiribû. Ya em ê bimira, ya em ê li çiyan bimana yan jî em ê bihata girtin. Ev tercîhên me bûn. Bêguman di vir de rastiya gel jî hebû. Divê ev gel bi zarokên xwe serbilind bin. Malbata me hemûyan parçeyekî vî gelî ye. Çawa em bi gelê xwe serbilind in divê ew jî serbilind bin. Ji bo hemû hevalan û bi taybet ji bo serokatiyê divê em bi serbilindî li ser piyan bin. Em berdewama kevneşopiyekê ne. Gelek hevalên me yên xwe feda krine hene. Em bêtir li girtîgehan hînî têkoşînê bûn. Em pêş ketin. Me her tişt li wir dît û em hîn bûn. Belê zext û êrîş zêde bûn. Her ku wan zext kirin me li berxwe da. Ya em li ser piyan hiştin berxwedan bû.”
 
‘Gelê me ji nû ve zindî bû’
 
Ardil Çeşme balkişand ser polîtîkayên zext û îşkenceyê yên li girtîgehan û wiha pê de çû: “Dema 80’ê ji bo Kurdan êdî mirin bû lê gel ev zindî kir. Gelê me ev rih zindî kir. Ev tiştekî bi heybet bû. Mînak dema em hatin girtin 8’ê Adaran li qadên biçûk hatin pîrozkirin. Zextên polîsan hebûn. Di Newrozan de mirov dihatin girtin dihatin qetilkirin. Girseyên biçûk hebûn. Ez behsa demên 92’yan dikim. Lê niha em dinêrin bi mîlyonan kes tevli dibin. Min di pîrozbahiya Amed Sporê de dît. Ez pir kêfxweş bûm. Dema em li têkoşîna giştî ya PKK’ê dinêrin em dibînin ku gelê me ji nû ve zindî bûye.”
 
‘Lijne jî bi pirsên ku dipirsin bawer nakin’
 
Ardil Çeşme diyar kir ku pêvajoya ku hatiye destpêkirin û hemû pêvajoyên din giredayî hev in û ji hev qut nayên destgirtin. Ardil Çeşme daxuyakirin ku neçareseriya pirsgirêka Kurd bandor li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî dike û wiha got: “Li zindanan bi zextan çewisandin, poşmanî ferzkirin mantiqa lijneyên hatine avakirinê ne. Mînak derdixin lijneyan dibêjin ‘tu poşman î?’. Yanî mirovek 30 sal in poşman nebûye wê ji vê saetê şûnde poşman bibe ? Yanî ew jî bi pirsa ku dipirsin bawer nakin. Zindan eynika derve ye. Îro bi hezaran girtî hene. Beşek ji wan nexweşên giran in. Van pêkanînan wek alava cezakirinê bi kar tînin. Dixwazin Kurd dayikên xwe nebînin. Gelek hevalên me şehîd ketin. Yên tehliye bûn û piştî demekê jiyana xwe ji dest dan hebûn. Em li dijî zextên sîstematîk têkoşînê didomînin û wê bidome jî. Ji bilî berxwedanê rê tuneye.”
 
Ardil Çeşme balkişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha dawî lê anî: “Tevî atmosfer a li Rojhilata Navîn pêvajoyeke hat destpêkirin. Ev reşweke baş e.Têkoşîna demokratîk naqede, jiyan e û jiyan didome. Di vê rewşê de serkeftin pêk bê, wê li Rojhilata Navîn gel bi awayekî demokratîk xwe vebêjin. Divê her kes têkoşîna xwe bide. Serokatî her tim tiştekî rexne dike. Her kes li bendê ye ku tişt bên afirandin. Dema kesên din ji te re zemîn ava dike tu bê zemîn dimînî. Ji ber vê jî divê her kes zemîna xwe bixwe biafirîne.”