Hejmara nû ya kovara Jinê derket
- 10:24 31 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - Hejmara 170’emîn a Kovara Jin bi sernavê "Windabûnên di bin çavan de û Têkoşîna ji bo Edaletê" hate weşandin.
Hejmara 170’emîn a Kovara Jin derket. Kovar, ku bi sernavê "Windabûnên di bin çavan de û têkoşîna ji bo edaletê" tê weşandin û bi Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Windabûnên bi Zorê ya 17-31’ê Gulanê re hevdem e, çîrokên kesên ku di bin çavan de winda bûne û têkoşîna salan a ji bo edaletê ya ku malbatên windayan dane, vedihewîne.
Sernavên di hêjmara dawî de bi vê awayî ne:
"*Dayikên/Mirovên Şemiyê: Navê Kesên ku Bîranînê Zindî Dihêlin / Maside Ocak
*Zarokên Xanimê / Jiyan Tosun
*Şopek ku 31 Salan Tê Şopandin: Lêgerîna Rastiyê ya ber bi Edaleta Vegerandinê ve/ Derya Bozarslan
*17-31 Gulan Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Windakirinên bi Zorê: Îmkanên Rastî, Edalet û Aştiyê ya li Tirkiyeyê / Gulseren Yoleri
*Ruhê Geziyê Me Dişopîne / Elif Bulut
*CHP - Bêwateyiya Mutleq / Yuksel Mutlu"







