Komeleya Newroz û PYD'ê serdana malbatên Rojava kir
- 13:51 31 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Newroz a Çandî û Civakî û PYD‘ê bi boneya Cejna Qurbanê serdana malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Lubnanê dimînin, kirin.
Şandeyek ji Komeleya Newroz a Çandî û Civakî û Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Lubnanê, bi boneya Cejna Qurbanê, hejmarek malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ziyaret kirin.
Şandeyê hejmarek ji malbatên Kurdên Rojava yên ji ber şer çûne Lubnanê û ji ber êrişên Îsraîlê zehmetiyan dibînin, ziyaret kirin.
Endamên şandeyê piştgiriya xwe bi malbatan re anîn ziman û li pirsigrêkên wan û hewcedariyên wan guhdarî kirin.
Di hevdîtinê de girîngiya ku girêdana nifşên nû bi welat re were xurtkirin û rê nayê dayîn ku xurbet girêdana bi welat re lawaz bike, hat vegotin.
Malbatan spasiya şandeyê kir û anî ziman ku ev serdan rihê hevgirtinê xurt kir û hestê xurbet û êşkêşanê sivik dike.
Di dawiyê de şandeyê Cejna Qurbanê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê û penaber vegerin welatê xwe.







