Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin

  • 14:08 31 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li Amedê di kombûnekê de anî ziman ku ji bo jinên astengdar karibin yekser tevlî pêvajoyên biryardanê û rêxistinbûnê bibin, wê têkoşîna xwe dewam bikin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî li Amedê beşdarî kombûna jinan a "Jin ên Nabihîzin û CODA hene" bûn.
 
Halîde Turkoglû di axaftina xwe de anî ziman ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo di 27'ê Sibata 2025'an de kir mirovên ji beşên cuda li hev kom bûn û got, "Piştî kombûna li Enqereyê îro em li vê derê bi jinên nabihîzin û CODA (Zarokên Dê û Bav ên Nabihîzin) re ne. Vê kombûnê hêz û hêviyeke mezin da me. Di heman demê de berprisyariyeke girîng jî dide me."
 
Halîde Turkoglû anî ziman ku jinbûyîn, Kurdbûyîn a li vî welatî berdêlên giran bi xwe re tîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Dema mijar dibe astengdarî, hingî ev berdêl qat bi qat zêde dibe. Sîstemên bi serweriya mêr ku di bingeha xwe de zayendîperestî, tekperestî û mîlîtarîzm heye, di heman demê de li ser îdeolojiya saxlemperest xwe jinûve hildiberîne û birêxistin dike. Piştî şerê pêncî salî ev du sal in li vê xakê careke din aştî tê axaftin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîqaş tê kirin. Me ji roja destpêkê ve got, bê ji bo aştiyeke bi rûmet û wekhev divê çi bê kirin. Ji ber ku em zanin, ku aştî tenê bêdengbûna çekan nîne. Aştî tê wateya bidawîkirina cihêkarî û newekheviyê. Xwegihandiya li jiyaneke wekhev, azad e. Ji tenduristiyê heta bi perwerdeyê, ji hunerê heta bi çandê, ji kar heta bi siyasetê aştî xwegihandina bi rengekî azad û wekhev li hemû qadên jiyanê ye. Ji ber vê yekê Banga Aştî û Civaka Demokratîk gelekî girîng e."
 
Halîde Turkoglû destnîşan kir ku kevneşopiya wan a têkoşînê ew e ku li dijî cihêkarî û newekheviyê têbikoşin û got, berpirsyariya her kesî ye ku li hemberî qadên cemaweriyê, kolan, avahî û bajarên li gorî îdeolojiya saxlemperestiyê hatine avakirin, jiyana xwegihandinê bê parastin.
 
Di dewama axaftina xwe de Halîde Turkoglû anî ziman ku li dijî şer û hilweşîna giran a ji ber şer, Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê mezinkirina têkoşîna hevpar a û piştevaniyê ve zemîneke xurt afirandiye û got, "Em îro bi jinên nabihîze û CODA re ne ku parçeyekî vê zemînê ye. Daxwazên ku li her qada têkoşînê bilind dibe, daxwaza hevpar a me jinan, daxwaza her kesên alîgirê demokrasî, wekhevî û azadiyê ye. Ji bo zimanê işaretê li hemû qadên cemaweriyê mecbûrî be; ji bo astengiyên li pêşiya perwerde, derfetên kar û xizmetên cemaweriyê ji holê bêne rakirin, ji bo jinên astengdar karibin yekser tevlî pêvajoya biryardanê û rêxistinbûnê bibin, em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyeke bi rûmet û wekhev mezin bikin, em ê aştiyê civakî bikin."