Xweşikiya ji dilê çiyayan diherike: Sûlava Kanispiyê

  • 09:02 1 Hezîran 2026
  • Galeriya Jinê
WAN - Sûlava Kanîspiyê, ku ji bilindahiya çend metreyan li Şaxê diherike, bi dîmenên xwe yên bêhempa û herikîna xwe ya bihêz bala mêvanan dikişîne.
 
Sûlava Kanîspiyê, ku li navçeya Şaxê ya Wanê ye, di nav xweşikbûnên xwezayî yên herêmê de cih digire. Sûlava ku bi qasî 5 kîlometreyan ji navenda navçeyê dûr e û ji bilindahiya nêzîkî 30 metreyan diherike, bi ava xwe ya zelal a ji çiyayan tê, şahiyek dîtbarî pêşkêş dike. Sûlava Kanîspiyê, ku bi çiyayan dorpêçkirî ye, her sal gelek mêvanan pêşwazî dike.
 
Sûlav ji bo hezkiriyên xwezayê, nemaze di mehên biharê de, dibe cîhekî populer. Sûlava Kanîspiyê, ku di navbera çem û çiyayan de ye, bi atmosfera xwe ya xwezayî bala mêvanan dikişîne û yek ji deverên xwezayî yên Wanê yê herî zêde tê ziyaretkirin e.
 
Wêne: Oznur Deger