Şandeya MPKE'ê li ber Wezareta Dadê daxuyaniyê dide

  • 10:23 15 Hezîran 2026
  • Rojane
ENKARA - Koma Çep a Yekgirtî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) li ber Wezareta Dadê daxuyaniya çapemeniyê li dar dixe.
 
Koma Çep a Yekgirtî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) dê rêze serdanan li ser rewşa rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, "mafê wî yê hêviyê" û pêvajoya aştiyê bike. Şande pêşî li ber Wezareta Dadê, bi beşdariya Berdan Oztürk û Sevilay Çelenk, daxuyaniya çapemeniyê li dar dixe.
 
Hat destnîşankirin ku piştî daxuyaniya çapemeniyê, şande dê ji bo hevdîtina bi rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan re serî li Wezareta Dadê bide.
 
Berdewamiya nûçeyê heye...