DBP dadikeve qadan

  • 13:16 13 Hezîran 2026
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - DBP bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” dê mehekê li gelek gund, tax, navçe û bajaran civîn, hevdîtin û xebatan pêk bîne.
 
Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de dê di 27’ê Heziranê de li Wan û Mêrsînê û di 28’ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” “Mitîngên Azadiyê” werin lidarxistin. Partî, sazî û komeleyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo mitîngê ketine nav hewldaneke mezin da ku bi van mitîngan dengê azadiyê bilind bikin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî xebatên mitîngê û xebatên pêkanîna aştiya civakî û azadiyê bernameya xwe ya li gelek bajaran bi nivîskî parve kir.
  
DBP’ê diyar kir ku ew ê ji bo ku rast e rast bi gel re hevdîtinan bikin, pirsgirêkên civakî di cih de guhdar bikin, binirxînin û bingeha aştiya civakî bi awayekî xurt ava bikin dê di 16’ê Hezîranê de xebata xwe ya mitîngê bidin destpêkirin û wiha got: “Xebata ku wê nêzî heyvekê berdewam bike, wê li gelek bajar, navçe, gund û taxan pêk bê. Di çarçoveya vê xebatê de parlamenterên me, endamên meclisa partiya me, endamên rêxistinên navçe û bajaran ên partiya me û tevî qadroyên partiyê yên li bajar û herêmên xwe wê bikevin nav liv û tevgerê. Taybetî û rêbaza vê xebatê ew e ku; hevdîtin ne di saziyan de, dê li qadên jiyane yên gel pêk bên. Li taxan, li gundan, li qadên hilberînê û sûkan, li qadên xebat û kedê bi kurtasî li tevî qadên jiyanê em ê pirsgirêkên gel, rexne û pêşniyarên wan guhdar bikin, bi wan re binirxînin.
 
Armanca bingehîn a vê xebatê nirxandina bi hev re ya pirsgirêkên civakî û bihêzkirina pêwendiya siyaseta civakî ye. Her wiha, bi vê xebatê yek ji armancên me jî ew e ku; di sazkirina aştî û avakirina civaka demokratîk de îradeya gel derbixin pêş û bi vê yekê re bingeha lihevkirina civakî xurt bikin. Di vê çarçoveyê de, nêzikatiya kedkar û saziyên çapemeniya ji bo vê xebatê gelek bi wate û girîng e. Şopandin û ragihandina tevî bernameyên vê plansaziyê gelek biqîmet û hêja ye.
 
Ji ber vê yekê, em rojnameger û kedkarên çapemeniyê vedixwînin xebata xwe ya ‘Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin’ ku wê di 16'ê Hezîranê de dest pê bike.”
 
DBP’ê diyar kir ku di çarçoveya xebatan de dê li ser van sernavkan bisekinin:
 
“* Nêrînên gel ên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de,
 
* Pirsgirêkên ku di warê cotkarî, ajalvanî û aboriyê de diqewimin,
 
* Pirsgirêkên wekî bêkarî, çetewarî û madeyên hişbir ên ku ciwan bi wan re rû bi rû tên hiştin,
 
* Gefên ku li dijî xweza û qadên ekolojiyê pêk tên,
 
* Pirsgirêkên herêmê û civakî û rageşiyên ku di navbera civakê de pêk tên,
 
* Pirsgirêkên ku gelên li ser xeta sînor cih digrin dijîn,
 
* Xwerêxistinkirin û beşdarbûna civakî.”
 
Di çarçoveya plansaziya ku DBP kiriye de, di meha Hezîranê de xebatên hevserok, endam û rêveberên wan wiha ye:
 
“Hevseroka me ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar wê di 16-17-18’ê Hezîranê de li Şirnexê, di 19-20’ê Hezîranê de li Sêrtê, di 21-22-23’yê Hezîranê de li Mêrdînê, di 24-25-26’ê Hezîranê de li Êlihê û di 28’ê Hezîranê de jî li Mitînga Mezin a Amedê be.
 
Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir jî wê di 19-20-21’ê Hezîranê de li Colemêrgê, di 22-23-24’ê Hezîranê de li Wanê û di 27’ê Hezîranê de jî li Mitînga Mezin a Wanê be.”