Xizmên Windayan li çar bajaran çalakî li dar xisitn
- 14:39 13 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vê hefteyê jî li dar xistin. Li Amedê serpêhatiya windakirina Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk, li Êlihê serpêhatiya windakirina Mehmet Emîn Ayhan hatin xwendin. Li Colemêrgê li aqûbeta winda Mehmet Siddik Baysal hate pirsîn û li Îzmîrê jî li aqûbeta Veysel Guney hate pirsîn.
Her hefte li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” tên birêvebirin û daxwaza dîtina windayan û girtin-darizandina faîlan tê kirin. Vê hefteyê jî Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê xwestin winda bên dîtin û faîl bên darizandin dubare kir. Her wiha li Îzmîrê çalakiya ji du hefteyan carekê tê lidarxistin, vê hefteyê berdewam kir.
Amed
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 905emîn de berdewam kirin. Xizmên Windayan li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê çalakiya xwe lidar xistin û tevî xizmên windayan, endam û rêveberên Şaxa ÎHDa Amedê, Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendûrîstiyê (SES) û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û wêneyê kedkarên tendûristiyê Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku kujerên kedkarên tendûristiyê Mehmet Emîn Ayhan ê ku di 21ê Hezîrana 1993yan de li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê Hîzbûlahê ve hate qetilkirin û Hamît Pamûk ê ku di 21ê Hezîrana 1993yan de li navçeya Rezan a Amedê hate qetilkirin werin dîtin û darizandin.
Endamê TTBê Şerîf Demîr axaftinê xwe kirin û çîroka windayan Endamê Lijneya Rêveberiyê ya ÎHD'ê Alî Îhsan Demîrtaş xwend.
Di çalakiyê de ewilî Hevserokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz axivî û wiha got: “Wekî parêzvanên mafên mirovan, em tînin ziman ku divê hemû sûcên hatine kirin bi her hûrgiliya xwe ve derxînin holê. Em destnîşan dikin ku di vê mijarê de divê tu cudahî neyê kirin.”
‘Em aştiyeteke bi rûmet dixwazin’
Piştre Serokê DTO'yê Dr. Veysî Ûlgen diyar kir ku Mehmet Emîn Ayhan, wekî pisporekî nexweşiyên hundirîn li Farqînê dixebitî û got: “Mirovên bêguneh dema diçûn ser karê xwe an jî ji kar vedigeriyan, dihatin gule baran kirin. Bi tu awayî kesên ku wê demê ew mirov gule baran dikirin, nedihatin tespîtkirin. Li navenda bajêr rojên wisa bûn ku mirov bi guleyên ku ji wan re ‘guleyên tarî’ dihat gotin, lê di rastiyê de qet ne tarî bûn, dihatin qetilkirin. Ji bo mehkûmkirina sîstem û pergala ku wan ber bi mirinê ve dibe têdikoşin. Bêguman bila faîl jî werin dîtin, werin darizandin, lê em bi taybetî ji bo bi dawîbûna pêvajoyên ku faîl van cînayetan bi hêsanî pêk tînin; ango hawîrdora şer, hawîrdora pevçûnê, hawîrdora antî-demokratîk têdikoşin. Di vê wateyê de em hîn jî aştiyeke bi rûmet dixwazin.”
‘Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin’
Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs jî destnîşan kir ku zêdetirî 30 salan e ev têkoşîna dayikan dest pê kiriye û wiha got: “Xizmên windayan, hestiyên zarokên xwe, hestiyên xizmên xwe dixwazin. Bi rastî em tenduristvan in, tenduristvanî jî ji bo jiyanê têkoşîn dike, ji bo aramiya civakê têkoşîn dike. Ji ber vê yekê jî eger li deverekê şer hebe, li deverekê windayî hebin, gerek tenduristvan bertek nîşan bidin. Em sîstemê weke dijminê xwe dibînin. Sîstema şer û pevçûnan, jiyanê tune dike. Ji ber vê yekê Mehmet Emîn û Hamît Pamuk jî hatin qetilkirin. Wan ji bo jiyaneke baş têkoşîn dikirin. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
‘Em nikarin qala hawîrdorek û jiyanek bitendurist bikin’
Dû re Şerîf Demîr anî ziman ku rewşa kesên ku bi cînayetên kiryarên nediyar hatine kuştin bi salan e berdewam dike û her hefte çîrokek wan tê xwendin û got: “Encamên şerê ku bi salan e li vî welatî tê jiyîn û hawîrdora bi pevçûn û tundî ye. Ev bi xwe, wêneyê vî welatî ye. Ev encamên hawîrdora şer, hawîrdora antî-demokratîk û hawîrdoreke ku aştî lê nîn e. Lê di heman demê de li vir têkoşîneke ku qet bêzar nabe û berdewam dike jî heye. Ji ber vê yekê em dixwazin diyar bikin ku ev têkoşîn çiqasî girîng e û em her tim piştgiriyê didinê. Jin dimirin, zarok dimirin. Em nikarin qala hawîrdorek û jiyanek tendurist bikin. Ji ber vê yekê divê hawîrdora şer ji holê rabe, hawîrdorek aştiyane ya demokratîk, bi rûmet a ku bi rastî em hemû dixwazin û wê bibe berjewendiya civakê, pêk were. Di serê van gavan de jî ronîkirina çîrokên kiryarên nediyarên, rûbirûbûna bi raboriyê re û pêkhatina hawîrdoreke şefaf cih digire.”
‘Cînayet hîn jî wekî kiryarên wan ne diyar mane nediyar maye’
Piştre rêveberê Şaxa ÎHDa Amedê Alî Îhsan Demîrtaş çîroka Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk xwend. Alî Îhsan Demîrtaş destnîşan kir ku çend sal derbas bibin bila bibin dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin.
Çalakî bi deqîqeyekî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlih di hefteya 741emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê çalakiya xwe li dar xistin. Xizmên Windayan û ÎHD'ê vê hefteyê li aqûbeta Dr. Mehmet Emîn Ayhan ê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê dixebitî di 10ê Hezîrana 1992yan de li mala xwe ya li navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê Hîzbûllahê ve hate kuştin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn kuştin û windakirin hildan. Endamê ÎHD'a Êlihê Sedat Yildirim çîroka Dr. Mehmet Emîn Ayhan xwend.
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin’ ku di hefteya 231an de ye, li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin, pankarta ‘Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin’ hat vekirin. Xizmên Windayan, parastvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Siddik Baysal ku di 7 Hezîrana 1994an de ji bo kirîna sewalan çûye herêma Oremarê û careke din agahî jê nehatiye girtin, hate pirsîn. Metna daxuyaniyê endamê ÎHD'ê yê Colemêrgê Dudar Koç xwend.
Îzmîr
Şaxa ÎHD yê ya Îzmîrê di 45emîn salvegera darvekirina Veysel Guney de bal kişand ser windakirina cenazeyê wî û diyar kir ku ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bi ti awayî nakeve bin demboriyê. Di 45emîn salvegera darvekirin û windakirina cenazeyê Veysel Guney de, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Evrîm Kubîlay ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Veysel Guney di 24 saliya xwe de, piştî darbeya 12ê Îlonê, bêyî ku tu delîl di destan de hebin û mafê parastinê jê re bê naskirin, di danişîna duyemîn de hatiye darvekirin. Her wiha hat gotin ku piştî darvekirinê di 10ê Hezîrana 1981ê de, cenazeyê wî radestî Yûzbaşî Burhan Erdem hatiye kirin û ji wê demê ve winda ye.
‘Darvekirin û windakirina cenaze sûcekî li dijî mirovahiyê ye’
Evrîm Kubîlay di daxuyaniyê de bal kişand ser windakirina cenaze û destnîşan kir ku darvekirin û windakirina Veysel Guney sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ev sûc bi tu awayî nakeve bin demboriyê û got: “Ji vî sûcî Kenan Evren, heyeta dadgeha leşkerî, Fermandarê Dîlokê û Yûzbaşî Burhan Erdem berpirsiyar in.”
‘Li ser gora jimara 105341 guman hene’
Evrîm Kubîlay daxuyaniyê wiha domand: “Her wiha di sala 2006an de gorek bi jimara 105341 hatiye vekirin, lê rapora Saziya Tiba Adlî ya ku îdia dikir tu têkiliya xwînê di navbera cenaze û malbatê de tune ye, ev rewş di nav gel û malbata Veysel Guney de gumanên mezin çêkirine.”
‘Em ê her tim bipirsin; Tirb li ku derê ye?’
Evrîm Kubîlay bi bîr xist ku dayika wî Zeynep Guney di sala 2012an de û bavê wî Alî Guney di sala 2014an de bêyî ku bigihîjin gora kurê xwe ji dinyayê koç kirine û got: “Em ê her tim pirsa ‘Tirb li ku derê ye?’ bipirsin û ji bo dîtina gora wî têkoşîna xwe bidomînin.”
Di dawiyê de Evrîm Kubîlay bang li meqamên dadweriyê kir ku ji bo darizandina hemû berpirsiyaran lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin.







