Gelo komareke demokratik pêkan e?
- 14:42 13 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL - Femînîsta Xweser Hulya Osmanagaoglu, di "Konferansa di Sedsala 2'yemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk" de axivî û got: "Heke rêxistinên jinan weke pêkhate cih negirin veguherîn jî ne pêkan e."
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê "Konferansa di Sedsala 2'yemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk" dest pê kir. Di konferansa ku dê 2 rojan bidomê de gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetên navdar dê li ser mijaran gotûbêj bikin. Siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglu û gelek kes tevlî konferansê bûn. Li cihê konferans hat lidarxistin bi gelek zimanan pankartên li ser navê konferansê dinivisî hat daliqandin.
Beriya rûniştina yekem peymanên ku ji konferansê hatibûn şandin, hatin xwendin. Piştî xwendina peyaman rûniştina yekem a konferansê dest pê kir.
Peyam hatin xwendin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî ji konferansê re peyam şand û peyam wihayê: “Em bawerin em konferans dê bibe destpêkeke nû ya demokratîkbûyinê komarê. Em dixwazin komar ne li ser yekperestiyê û zextan lê li ser hevdû qebûl kirinê pêk were. Heta pirsgirêka Kurd bi rê ya demokrasiyê çareser nebe demokrasî pêk nayê. Ji ber wê jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo demokratîkbûyinê xwedî girîngiyeke mezin e. Daxwaza me ew e ku komar di sedsala xwe ya duyemîn de ne tekparêz lê pirdeng, ne derveker lê hemêzker, ne ewlekariyê lê azadiyê esas bigire. Em bawer dikin ku di serî de têkoşîna azadiya jinê ku pîvana avaker a hemwelatîbûna wekhev e; ked, ekolojî, ciwan û demokrasiya xwecihî stûnên bingehîn ên pêşeroja me ya hevpar in.”
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî di peyama xwe de balkişand ser mijarên jiyanî yên ji bo pêşeroja Tirkiyeyê. Ozgur Ozel, xwest ku konferans ji bo paşeroja demokratîk a welêt bibe wesîleya hewildaneke ramanî û civakî. Ozgur Ozel di peyamê de wiha got: “Ez pir biqîmet dibînim ku mijarên xwedî girîngiyeke jiyanî yên wekî demokrasî, aştî, hemwelatîbûna wekhev û lihevhatina civakî bi tevlîbûna nêrîn û tecrubeyên cuda tên nîqaşkirin. Ez kesên keda wan di vê destpêşxeriya watedar de heye pîroz dikim.”
Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan jî di peyama xwe de destnîşan kir ku divê dewlet bi pirsgirêkên raboriyê re rû bi rû bimîne û pirsgirêka Kurd bi hişmendiyeke ewlekariyê nayê çareserkirin: “Dewleta bihêz ew dewlet e ku pirsgirêkan înkar nake, wan bi rêbazên demokratîk çareser dike. Divê pirsgirêka Kurd jî bi vê têgihiştinê bê destgirtin. Daxistina meseleyê di asta mijareke ewlekariyê de û dîtina wê wekî pirsgirêka beşeke diyar, bi Tirkiyeyê daye windakirin. Ji mafê zimanê dayikê û mafên çandî bigire heta demokrasiya herêmî û ewlehiya hiqûqî, divê em daxwazên welatiyên xwe bikin mijara siyaseta demokratîk.”
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu jî di peyama ku ji konferansê re şandiye de diyar kir ku ew her cure xebatên fikrî û sivîl ên ji bo xurtkirina demokrasî, dewleta hiqûqê, edalet û aştiya civakî hêja dibîne. Davutoglu destnîşan kir ku hevdîtina perspektîfên cuda yên siyasî li derdora xeyaleke hevpar a pêşerojê, wê tevkariyeke mezin bide çanda demokrasiyê û lihevhatina civakî.
Çîroka damezrandina komarê
Di rûniştinê de mijara, çîroka damezrandina komarê, derfet û kesên li der ve hatine hiştin ji dest girtin û moderatoriya rûniştinê Levent Koker kir. Di serî de rojnameger û nivîskar Edogan Aydin axivî û li ser mijara ‘Gelo komareke demokratik pêkan e?’ rawestiya.
Erdogan Aydin pêvajoya avakirina komarê bi bîr xist û bi lêv kir ku meclis di avakirinê de demokratîk bûye û diyar kir ku di destpêke de netew û baweriyan hatiyê misoger kirin û wiha axivî: “Lê piştrê meclîsa ku hemû beşên civakê dihat temsîlkirin hat tasfiyekirin û mecliseke yekperest ava bû. Piştrê jî polîtikayên Tirkkirinê dest pê kir. Zimanê Tirkî weke zimanê dewletê û ola Îslamê jî weke ola dewletê hat diyarkirin. Divê em careke din li gor destûra bingehîn a 1921'an bi beşdariya hemû beşên civakê pêk bînin. Ew jî bi civakîkirina aştiyê pêkan e.”
Piştrê jî Femînîsta Xweser Hulya Osmanagaoglu li ser mijara ‘Komar: Şoreşa bûrjûva, Têkoşîna Çînan û Tevgera Femînist’ axivî û ev tişt anîn ziman: “Jin li dijî pakêta darazê ya 12yemîn ku destkêftiyên jin û LGBT+ desteser dike li kolanan in. Weke ku bi avakirina Komarê re rejîma Kemalîst ji bo şaristaniyê maf danê jinan tê pênasekirin. Lê dema em beriya komarê dinêrin gelek rêxistinên jinan hebûnê û Ermenî, Kurd û pêkhateyên cuda bi hev re cih girtine. Lê bi komarê re weke jinên Tirk hatiye pênasekirin. Heke em qala demokratîkbûyîna komarê bikin divê jin û femînîstan, rêxistinên jinan, rêxistinên jinên Kurd TJA jî weke kirde cih bigirin. Heke rêxitinên jinan weke pêkhatê cih negirin veguherîn jî ne pêkan e.”
Dîroknas Namik Kemal Dînç ku li ser mijara ‘Bêçaretiya Sedsalî: Di navbera vejandin û îmhayê de Kurd’ rawestiya diyar kir ku piştî salên 1921an bi tasfiyeya meclisa yekemîn vê tîfaqa Kurd û Tirk xirab dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke sed sal berê pêvajoya niha em di nav re derbas dibin jî pêvajoyeke demkî ye. Kurd naxwazin weke sed sal berê bê maf bimînin. Li gor prensîbên Wîlson hemû netew xwedî maf bûn ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Aliyê Tirk ji bo erdnîgariya li ser serwerbûn biparêze bi Kurdan re tîfaqa xwe xurt kirin. Di destpêke de navê Kurd û Tirkan bi hev re dihat bikaranîn. Ji bo Kurdan qala xweseriyê dihat kirin. Ew bûyer di sala 1921an de dema konferansa Londrayê de diqewimîn. Lê piştî 1923an ew polîtîka guherîn. Di guherandina vê polîtikayê de 2 beşbûna cîhanê, bloka Sovyet a Sosyalîst û bloka kapîtalîzmê bi bandor bû. Sed sal berê Kurd bê rêxistin û bê Rêber bûn. Kurd ne Kurdên sed sal berê ne. Rêberê ku pêşbiniyê dibînê îro mîsogerê vê pêvajoyeyê. Têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê deng vêdaye. Sed sal berê hemû pêkhateyên Tirkiyeyê ji ber tunehesibandina Kurdan têk çûn. Ji bo ew sed sal jî winda nebin divê bi Kurdan re di nava têkoşîna hevpar a demokrasiyê de bin.”
Herî dawî jî di rûniştinê de rojnameger û nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan li ser mijara “Fikirandina înşaya siberojê” axivî û destnîşan kir ku di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet bûye û got ku di encama vê şaşiyê de gelek komkujî û qirkirin, sûcên li dijî mirovaniyê pêk hatine.
Piştî axaftinan rûniştina yekem a konferansê bi dawî bû û konferans dê bi rûniştina 2'yan berdewam bike.







