Roja ewil a mihrîcanê bi konsera Zozan Alp dawî bû
- 20:37 12 Hezîran 2026
- Çand û Huner
WAN - Roja ewil a Mihrîcana Keda Jinê ya Hilberî ku li Wanê ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve tê organîzakirin, bi konsera stranbêj Zozan Alp qediya.
Mihrîcana Keda Jinê ya Hilberî ku bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê û bi hevkariya şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyên Wanê tê organîzekirin, bi konsera bi heybet ya stranbêj Zozan Alp qediya. Stranbêj Zozan Alp li Qada Bajar derket ser dikê û starên xwe ji bo jinan got. Jinên ku qada mihrîcanê tije kirin, bi tilîlî û govendê li ber stranan bûn yek û piştgirî dan vê çalakiya ku ji bo rûmeta keda jinê hatiye avakirin.
Wê mihrîcan sibê jî bi kargehên cur bi cur û konsera dengbêjan berdewam bike.








