Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
- 20:35 12 Hezîran 2026
- Rojane
WAN - Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.
Baroya Wanê ragihand ku ji bo xurtkirina aştiya civakî, pêşxistina derfetên çareseriya demokratîk û ji bo ku saziyên hiqûqê bikaribin alîkariya pêvajoyê bikin, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane. Baroyê li serhesaba xwe ya X'ê diyar kir ku armanca serlêdanê alîkariya pêvajoyê, aştiya civakî û çareseriya demokratîk e.
Baroyê serlêdana xwe wiha ragihand: “Wek Baroya Wanê, ji bo xurtkirina aştiya civakî, pêşxistina derfetên çareseriya demokratîk û ji bo ku saziyên hiqûqê bikaribin tevkariyê li pêvajoyê bikin, ji bo ku em bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê da. Bi baweriya me ya ku aştiya mayînde; dikare li ser bingeha hiqûq, diyalog, mafên mirovan û lihevkirina civakî ava bibe, em ê tevkariya xwe ya li ser pêvajoyê berdewam bikin.”








