8 roj in Kejal Rehmanî di greva birçîbûnê de ye
- 16:15 17 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Kurd a bi navê Kejal Rehmanî 8 roj in li dijî binçavkirin û zextan di greva birçîbûnê de ye. Hat diyarkirin rewşa Kejal nebaşe û tevî wêjî berpirsên girtîgeha Sine gef lê xwarine.
Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê di derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiya siyasî ya Kurd Kejal Rehmanî de agahiyên nû parve kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin Kejal Rehmanî ji bo protestokirina girtina xwe, hevjîn û birayê xwe û nebûna agahiyan li ser rewşa wan, 8 roj in li Girtîgeha Sine dest bi greva birçîbûnê kiriye û çalakiya xwe didomîne.
Hatiye diyarkirin ji ber greva birçîbûnê kîloyên Kejal Rehmanî daketine, pêre sergêjî û ketina tansiyonê çêbûye. Hatiye diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê zext lê dike daku dawî li çalakiya xwe bîne, lê ew li dijî zextan çalakiya xwe dewam dike.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Kejal Rehmanî di hevdîtinek li gel malbata xwe de ji wan re gotiye ku ji roja hatî binçavkirin ve tenê carek bi tometa ‘endamtiya komên dijber’ îfadeyên wê hatiye girtin. Her wiha ji roja despêkê ve li hûcreya take kesî de tê ragirtin.
Kejal Rehmanî li gel hevjînê xwe Îsa Feyzî û birayê xwe Danyal Rehmanî ji 6’ê Hezîrana 2026’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ve hatine binçavkirin. Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, piştî çend seatan ji lêpirsînê li navenda ragirtinê ya Daîreya Îtlaatê ya Kamyaranê, ew bo beşa jinan a Navenda Çaksazkirinê ya Sunnî hatiye veguhestin û ji wê demê ve di hucreya yekkesî de tê girtin.







