Li Êlihê nobeta edaletê: Divê kiryar bên darizandin

  • 11:00 23 Hezîran 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetinkaya
 
ÊLIH - Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikêşe li ser bûyerên îşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bigûman ên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê ketine rojevê, li ber edliyê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Jinên ku 3 roj in beşdarî çalakiyê bûn diyar kirin ku bêdeng nabin û dixwazin kiryar bên darizandin.
 
Li gorî îdiayan li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê gelek nelirêtiyên weke tacîz, tecawiz, tundiya kesên astengdar, tundiya li zarokan û li gelek nexweşan tundiya derûnî fîzîkî tên kirin. Derbarê bûyerê de dîmen derketin holê. Piştî dîmenan Serdozgeriya Komarê ya Êlihê lêpirsinek da destpêkirin û derbarê 16 kesan de biryara girtinê da. Her wiha Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê derbarê mijarê de 2 mufetîş wezîfedar kir. 
 
Piştî ku bûyer derket holê welatiyên Êlihê daketin qadan û çalakiyên protestoyî li dar xistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajêr çalakî tên lidarxistin. Di 21'ê Hezîranê de TJA li ber avahiya edliyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Çalakî dê 5 rojan bidome. Welatî piştevaniya çalakiya jinan dikin. Jinên ku beşdarî çalakiya ku 3 roj in didome nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. kişi destek amacıyla katılım sağlıyor. Eylem bugün 3’üncü gününde sürüyor. 
 
'Bûyer çima tê veşartin'
 
Aktîvîsta TJA'yê Songul Demîr, bertek nîşanî îdiayên li dijî zarokên astengdar ên li navenda lênêrînê da û xwest ku bûyer neyê veşartin. Songul Demîr diyar kir ku tiştê li navenda lênêrînê qewimî giran e û got: "Kî vê bûyerê vedişêre, kî rê li ber darizandina sûcdaran digire, şirîkê vê sûc e. Ji ber ku ew naxwazin rastî derkeve holê. Ev bûyer her tim tên veşartin û berpirsiyar li pişt dewletê xwe vedişêrin. Em vê yekê bi zelalî dibêjin. Ber bi ku ve diçe bila biçe, divê hemû berpirsiyarên vê bûyerê bên darizandin. Îdiayên ewqas giran ên li dijî zarokên me yên astengdar, keçên me yên astengdar bi tevahî nayên qebûlkirin. Divê ev bûyera giran neyê veşartin."
 
'Divê berpirsiyar bên darizandin'
 
Aktîvîsta TJA'yê Fatma Tan jî diyar kir ku her ku diçe bûyerên bi vî rengî zêdetir dibin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Li Êlihê, di salên dawî de me şahidiya zêdebûna sûcên têkildarî tiryakê, îstismar, tecawiz û tundûtûjiya li dijî zarokan kir. Bêdengiya rayedaran li hember vê rewşa giran a li bajêr nayê qebûlkirin. Zarok winda dibin, zarok jiyana xwe ji dest didin lê dîsa jî neavêtina gavên pêwîst ji hêla dewletê ve û paşguhkirina van bûyeran hêrs û bêbaweriyek kûr di civakê de çêdike. Îro, em çalakiya rûniştinê li dar dixin ji ber ku em naxwazin li hember vê rewşa tarî bêdeng bimînin. Divê xelkê Êlihê jî beşdarî vê çalakiyê bibin da ku dengê xwe bi hêztir bilind bikin. Destdirêjî, destavêtin, sûcên têkildarî tiryakê û mirinên gumanbar ku wijdanê civakê diêşînin, divê neyên veşartin. Divê hemû berpirsiyar werin darizandin û hesab bidin."
 
Li Êlihê polîtîkayên şerê taybet 
 
Gulseren Esen, aktîvîsta TJA'yê jî wek aktîvîstên din bertekên xwe bi wan hevokan anî ziman: "Destdirêjî, destavêtin û îşkence ya ku li hemberî astengdaran pêk tê ne tesadufî ne. Ew bi plan û sîstematîk in. Bêdengiya dewletê nîşan dide ka ev çiqas rêxistinkirî ye. Di serdema îroyîn a teknolojiya pêşketî de ku dewlet dikare hûrguliyên herî piçûk jî bişopîne, ne mimkûn e ku mirov îdia bike ku dewlet ji tiştê ku li cîhek di bin kontrola wê de diqewime bêxeber e. Bêdengiya dewletê, tevî zanîna wê, ji bo berdewamiya van celeb bûyeran zemînek berhemdar diafirîne. Mixabin, senaryoyên tarî yên bi vî rengî di civak û bajarên me de her ku diçe zêde dibin. Dema ku em li Êlihê dinêrin, em dikarin bibînin ka karanîna narkotîkê, hilweşîn û gendeliya civakî li kolanan çiqas berbelav e. Ciwanên me li ber çavên me winda dibin û polîtîkayên şerê taybet li dijî gelê me têne meşandin. Ev polîtîkayên şerê taybet carinan encamên ji pevçûnên çekdarî jî xeternaktir û wêrankertir diafirînin.
 
Li hember bûyerên wiha giran bêdengî nayê qebûlkirin. Divê her kes van pirsan ji xwe bipirse; Çima zarokên me wisa dibin? Çima madeyên hişber, desdirêjî û gendelî ewqas eşkere bûne? Çima pêşeroja civakê bi zanebûn dixin xeterê? Ger em dixwazin bawerî, çand û nirxên xwe yên civakî bi rêkûpêk biparêzin. Divê em li dijî polîtîkayên ku zarok, ciwan û civaka me dikişînin nav vê rewşa tarî derkevin."
 

Etîketan:

jinnews kurdistan TJA