Bi govend û tilîliyan berê xwe didin ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

  • 15:59 27 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji gelek bajarên Serhedê welatî ji bo tev li mitîngê bibin berê xwe didin Wanê.
 
Mitînga Azadiyê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi Rêbertiya Azad Ber bi Azadiyê ve" tê lidarxistin, wê li Qada Newrozê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê saet di 17.00'an de dest pê bike. 
 
Welatiyên ku ji navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrgê, navçeyên Qereyazî, Xoresan û Tatos ên Erziromê, navçeya Kop, Milazgir û Gimgim ên Mûşê, Îdir û Agiriyê bi rê ketin berê xwe didin Wanê.