Ji bo veguherîna demokratîk zemîna hevpar demokrasî ye

  • 09:04 29 Hezîran 2026
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STENBOL - Fatma Bostan Unsal Konferansa Veguherîna Komarê ya Demokratîk nirxand û got sedema mexdûriyeta aliyên cuda yên civakê qelsiya demokratîkbûnê ye û got avakirina aştiyê ji demokratîkbûnê derbas dibe.
 
Konferansa Veguherîna Komarê ya Demokratîk ku di 13-14’ê hezîranê de li Stenbolê pêk hat, çareseriya prigiarêka Kurd, demokratîkbûn, azadiya jinê û nîqaşên aştiya civakî ji nû ve anî rojevê. Yek ji kesên damezrînera AKP’ê Fatma Bostan Unsal konferans nirxnd û got mexdûriyeta aliyên cuda yên civakî ji ber qelsiya demokrasiyê ye û got veguherîna demokratîk ne tenê berpirsyariya dewletê ya civakê ye jî.
 
‘Sedsala ewil bi mexdûriyetan derbas bû’
 
Fatma Bostan Unsal got ji avabûna Tirkiyeyê û şûnde mexdûriyetên cuda hatine jiyîn û aliyên cuda bi zextan re hatine rû hev û got: “Surgunkirina Mehmet Akîf jî, girtina Nazim Hîkmet jî, binpêkirinên mafan yên li hember Kurdan jî ji heman zemînî derketine holê. Sedema vê jî nebûna demokrasiyê bû.”
 
‘Daxwaz hatin çewisandin’
 
Fatma Bostan Unsal got bi salan daxwazên demorkatîk di polîtîkayên ewlehiyê de hatine nirxandin û got: “Daxwazên herî esas hatin çewisandin. Kurdî hat qedexekirin, mirov bi sîxuriyê hatin sûcarkirin, krîmînalîzekirin û travmayên giran hatin jiyîn. Îro daxuyaniyên ku wê zimanê siyasî bê pêşxistin tên kirin. Lê di pratîkê de ev tuneye. Demokrasî nikare bê taloqkirin. Hewcedariyek e. Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêkan divê demokratîk be.”
 
‘Jiyana rojane bi bandor dibe’
 
Fatma Bostan Unsal daxuyakirin ku jiyana rojane jî ji qelsiya demokratîkbûnê bandor dibe, zext, binçavkirin, sînorkirin didome. Fatma Bostan Uysal wiha dirêjî dayê: “Divê veguherîna demorkatîk di gotinê de nemîne, divê gavên şênber bên avêtin. Di avakirina komarê de hat gotin ku wê di navbera Tirk û Kurdan de tahayula siyasî ya hevpar hebe. Lê şikestin piştre hat jiyîn. Piştî demekê berê xwe dan polîtîkayên yekparêz. Meclîsa ewil aliyên cuda yên civakî temsîl dikir. Piştre nêrîna yekparêz serdest bû. Tirkiye îro bi pêkanînên navendîbûn û partî-dewletê re rû bi rû ye. Ev hemû li pêş demokrasiyê astengî ne.”
 
‘Divê êşên hatine jiyîn wekhev bê dîtin’
 
Fatma Bostan Unsal diyar kir ku yek ji armancên din ya konferansê ev bû zemîneke hevpar ya navbera tecrubeyên mexdûriyetên cuda de bê avakirinê bû û ev nirxandin kir: “Dema ku aliyên cuda yên civakî êşên hev bibînin wê di alî veguherîna demokratîk de bi bandor be. Her mexdûr bi birîna xwe re eleqeder dibe. Êşên kesên din nabîne an jî wek mexdûriyet qebûl nake. Divê êş wekhev bên dîtin. Siyaseta heyî di mijara veguherîna demokratîk de îradeya têr nîşan nade. Dil dixwest ku siyasetmedar veguherînê bi însiyatîfa xwe pêk bînin. Lê em dibînin ku  di 15 salên dawî de em di çerxeke bêdadiyê ya giran de ne. Hiqûq pêk nayê û zexta li ser civakê jî giran dibe.”
 
‘Mijara Kurd siyasetê dixitimîne’
 
Fatma Bostan Unsal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê mijara Kurd ne tenê wek mijareke ewlehiyê bê nirxandin û got: “Ev pirsgirêk bandorek neyînî li jiyana siyasî ya Tirkiyeyê dike. Mijara Kurd siyasetê dixitimîne. Bi riyên demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd wê pêşiya welat vebike. Jin dikarin di pêvajoyên veguherîna demokratîk de rolên girîng bigirin ser xwe. Serkeftinên tevgera jinê îro di alî veguherîna demokratîk de bi hêvî ye. Yek ji armanca din a konferansê ev bû ku di navbera aliyên cuda de diyalog bê xurtkirinê bû.”