Kovara Jinê bi hejmara xwe ya 184’emîn derket

  • 10:36 6 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jin di hejmara xwe ya nû de balê dikişîne ser bandorên kûr ên şîdeta dîrokî yên li ser roja îroyîn, newekheviyên civakî û têkoşînên azadiyê.
 
Hejmara 184’emîn a Kovara Jin bi sernavê "Şîdeta Dîrokî, Newekheviyên Niha û Berxwedan" hate weşandin.
 
Di hejmara xwe ya dawî de, kovar li ser bandorên berdewam ên şîdeta dîrokî di roja îroyîn de, şêweyên cûda yên newekheviyê û têkoşînên civakî yên ku li dijî wan pêş ketine disekine. Sernivîsên kovarê wiha ne:
 
"*Min di Temenekî Ciwan de Tevger nas kir - Hevpeyvîna bi Dayika Aştiyê Sevda Bagci re / Pelşîn Çetinkaya 
 
*Çima Rastî, Edalet û Rûbirûbûn Divê Beşek ji Danûstandinan Bin? / Sebahat Tuncel
 
*Êrîşên li ser Karkerên Çandiniyê yên Demsalî yên Kurd Dema ku li ser Aştiyê diaxivin çi ji me re dibêjin? / Sevtap Akdag
 
*Jin Ber bi Komunê ve / Şilan Geçgel
 
*Skena ku ji hêla Sermayeyê ve Hatiye Sazkirin, Lîstik ji hêla Jinan ve Hatiye Guhertin: Çîroka 'Jibîrkirî' ya Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 1971'ê / Zeyno Bayramoglu
 
*6 -7'ê Îlonê, 1955: Dîrokek Şermê / Eren Keskin"