Kesên tevlî bibîranînan bûn: Bila aştî bê
- 09:07 9 Îlon 2026
- Rojane
ÊLIH - Welatiyên di bibîranîna ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de axivîn, diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin û aştî di zûtirîn demê de pêk were.
Ji bo kesên ku di demên cuda û li deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Êlihê merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Bi organîzekirina MEBYA-DER'ê, bibîranîn li Mala Taziyeyê ya 19'ê Gulanê ya li taxa 19'ê Gulanê pêk hat.
'Girtiyan berdin'
Welatiyan ji cihê bîranînê daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman û gotin, "Em dixwazin dayik dev ji girî berdin. Em naxwazin dayikên gerîlayan jî êdî bigirîn. Me zarokên xwe winda kirin, em di bin keviran de asê man, lê tevî van hemûyan jî, em dîsa jî aştiyê dixwazin. Ger serokê me niha li vir bûya, her tişt dê çareser bibûya. Em dixwazin girtiyên me werin berdan. Em aştiyê dixwazin."







