Kovara Ozgur Halkê bi berga Jîna Emînî û Jin Jiyan Azadî derket
- 13:11 9 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 8'emîn a Kovara Ozgur Halkê bi manşeta, “Jin Jiyan Azadî: Heta Heqîqeta Jinê Nayê Famkirin Heqîqeta Civakê Nayê Famkirin” derket.
Di kovarê de gelek nivîsên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, jiyana komînal û perspektîfên têkoşîna pêşerojê didin cih digirin. Di kovarê de nivîsên Endamê Zanista Civakî Duran Kalkan, nivîskar Dilzar Dîlok, Besê Erczîncan, Xebat Andok û gelek nivîskarên din ên girîng cih digirin.
Kovara Ozgur Halkê di hejmara 8emîn a meha Îlona 2026'an de bi diruşme û mijara navendî ya “Jin Jiyan Azadî: Heta Heqîqeta Jinan Nayê Famkirin Heqîqeta Civakê Nayê Famkirin” derket pêşberî xwênerên xwe. Ligel nivîsa Besê Erzincan, nivîsa Duran Kalkan a bi sernavê, “Di Jiyan û Xebatê de Komînalbûyîn”, nivîsa Dilzar Dîrok a bi sernava, “Gelo Wijdana Zayend û Edaletê Heye?”, nivîsa Sînan Şahîn a bi sernavê, “Çima Komîn û Komînalîte?”, nivîsa Mahîr Dogan a bi sernavê, “Ji Sêdarê Ber bi Maseya Mizakereyê ve”, nivîsa Xebat Andok a bi sernavê, “Li Welatê Hevpar Sosyalîzma Neteweya Demokratîk û Aqilê Kurd ê Azad Dibe”, nivîsa Erdal Engîzek a bi sernavê, “Çiqas Zanîna Îdeolojîk Ewqas Xebata Pratîk, nivîsa Xebat Dîcle a bi sernavê, “Ciwan bi Xeyalên Xwe Hene” di kovarê de cih digirin.
Erzîncan: Şoreşa Kurdistanê bi şoreşa jinê pêkan e
Besê Erzîncan di gotara xwe ya bi navê “Jin Jiyan Azadî: Heta Heqîqeta Jinê Nayê Famkirin Heqîqeta Civakê Nayê Famkirin” de balê dikişîne ser girîngiya avakirina kesayetiya şoreşger û têgeha “xwebûn”ê di nav têkoşîna azadiya jinê de. Erzincan tîne ziman ku şoreşa Kurdistanê tenê bi hevparî û pêşengiya şoreşa jinê re dikare pêş bikeve.
Dîlok etîk, teorî û felsefeya wijdana civakî dinirxîne
Bi heman rengî, Dilzar Dîlok di nivîsa xwe ya “Gelo Wijdana Zayend û Edaletê Heye?” de mijara dadperwerî û wijdana civakî ji hêla teorî, etîk û felsefeyê ve dinirxîne. Dilok radixe ber çavan ku di bin serdestiya pergala kapîtalîst û hişmendiya mêr de dadweriyeke rastîn çênabe û balê dikişîne ser rola avaker a nirxên jinê.
Kalkan nêzîkatiyên li hemberî komînê pirsiyar dike
Duran Kalkan di nivîsa xwe ya “Di Jiyan û Xebatê de Komînalbûyîn” de xebat û jiyana komînal di çarçoveya paradîgmaya civaka demokratîk de digire dest. Kalkan, rexneyan li nêzîkatiyên dogmatîk û kêmfemkirina komûnê digire û cewherê hilberîn, manewiyat û demokrasiya rasterast ronî dike. Di heman xetê de, Sînan Şahîn di gotara “Çima Komîn û Jiyana Komînal” de sedemên civakî û îdeolojîk ên pêdiviya bi jiyana komînal şirove dike.
Andok li ser esasê neteweya demokratîk de aqilê Kurd vedibêje
Nivîskar Mahîr Dogan di gotara xwe ya bi navê “Ji Sêdarê Ber bi Maseya Mizakereyê ve” de pêvajoyên dîrokî û siyasî yên têkoşînê û veguhêzên stratejîk dinirxîne. Xebat Andok di nivîsa “Li Welatê Hevpar Sosyalîzma Neteweya Demokratîk û Aqilê Kurd ê Azad Dibe” de têgeha neteweya demokratîk, sosyalîzm û hişmendiya azad a Kurd di çarçoveya nûjeniyê de rave dike.
Girîngiya hişmendiya îdeolojîk û xeyalên ciwanan
Erdal Engîzek di gotara “Çiqaq Hişmendiya Îdeolojîk Ewqas Pratîk” de peywendiya rasterast a di navbera hişmendiya îdeolojîk û serkeftina pratîkî de radixe ber çavan. Di dawiyê de, Xebat Dicle di nivîsa xwe ya bi navê “Çiwan bi Xeyalên Xwe Hene” de balê dikişîne ser rola dînamîk a ciwanan, xeyalên wan û rola wan a pêşengiyê di nav têkoşîna civakî de.







