Li bajarên Serhedê bibîranîna têkoşerên azadiyê
- 14:12 11 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd li bajarên Serhedê çalakî dewam dikin. Li Wan, Erdîş, Qelqelî, Bedlîs, Mûş û Erzîromê bi hezaran kes beşdarî bîranînan bûn.
Li bajarên herêma Serhedê bîranîna cangoriyên têkşoşîna azadiyê ya Kurd dewam dikin.
Wan
Bîranîna li Salona Rado Davet a li Wanê di roja duyemîn de ye. Di bîranînê de wêneyên cangoriyan li ser maseyê hate danîn û pankartên bi nivîsa "Em şehîdan bi bîr tînin" û "Şehîd namirin" hatin daliqandin. Girseya gel ji serê sibehê ve bi dirûşma "Şehîd namirin" kete hundirê salona bîranînê. Bîranîn wê sibe bi beşdariyeke girseyî bi dawî bibe. Taziyeyên li Erdîş, Qelqelî û Çaldiranê hate danîn jî wê tevlî bîranîna girseyî ya li Wanê bê kirin.
Erdîş
Bernameya bîranînê ya li navçeya Erdîş a Wanê ku MEBYA-DER pêşengiyê jê re dike, di roja duyemîn de bi beşdariyeke xurt dewam dike. Pankartên bi nivîsa “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd namirin” û “Şehîd roniya ye me ne” hatin daliqandin.
Qelqelî
Li navçeyên Qerqelî û Seravê taziyeyên ji bo şehîdan hate danîn di roja duyemîn de ne. Bi hezaran kes beşdarî bîranînan bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî anî ziman ku gelê Kurd bi berdêlên giran gihîşt vê astê û wê mîrateya şehîdan dewam bikin. Piştî axaftinan sînevîzyonek hate nîşandan û bername bi dawî bû.
Bedlîs
Li Beldîsê bernameya bîranînê ya li Salona Dawetê ya Gokte Ada di roja sêyemîn de dewam dike. Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li gel gelek mirovan beşdarî bîranînê bûn. Wêneyên cangoriyan bi rengê kesk, sor û zer hatin xemilandin. Bîranîn wê piştî mewlûd û nîşandana sînevîzyonê bi dawî bibe.
Mûş
Li navenda Mûşê û navçeyên Gimgim, Kop û Milazgirê bi pêşengiya MEBYA-DER'ê bernameyê bîranînê di roja duyemîn de ne. Bernameyan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kirin. Wêneyên Rêber Apo û pankarta bi nivîsa "Şehîdên me rûmeta me ne" hate daliqandin. Bernameya li Mûşê wê sibe bi bîranîna giştî ya li Milazgirê û mewlûdê bi dawî bibe.
Erzirom
Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê li li navçeya Qereyazi ya Erzîromê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Ciwan bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" tevlî bîranînê bûn. Bername piştî nîşandana sînevîzyonê û û duayan bi dawî bû.
Agirî
Li navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê bernameyên bîranînê yên sê rojan bi dawî bû. Di roja dawî ya bernameyan de bîranînên girseyî hatin lidarxistin. Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.







