Bermal Çem: Çîrokên şehîdan çîrokên Kurdistanê ne

  • 09:07 12 Îlon 2026
  • Çand û Huner
Berîtan Tunç
 
ÎZMÎR - Hûnermend Bermal Çem ku deng û jiyana 25 hunermendên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane anî gel hev, got ev stran bi deng û awazê bi sînor nîne û got: “Her gotinek heqîqet û lêgerîna şehîdan vedibêje. Her çîrokek watedar e û mifteya jiyana bi rûmet e.”
 
Hûnermend Bermal Çem a di bin banga TEV-ÇAND’ê de xebatan dimeşîne jiyan û hilberînên 25 hunermendên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dset dane di pirtûka ‘Bîra Stranan’ de anî gel hev. Bermal Çem da zanîn ku stranên wan ne tenê stranin, vegotina dîroka têkoşînê ye. Bermal Çem der barê van berhemên ku ji zindanan heta çiyan di şertên zehmet de hatine afirandin axivî.
 
*Dema we Bîra Stranan amade kir we hûnermend li gorî çi hilbijart û nokteya hevpar a 25 kesî çi bû?
 
Min ji bo bîranîna hûnermendên şehîd ev amade kir. Di pirtûka Bîra Stranan de, jiyan û stranên 25 hûnermendên şehîd cih digirin. Her wiha gotinên stran û biyografiyên wan hene. Ji bo bîranîna wan 28 hûnermend û nivîskarî der barê wan de nivîs nivîsin. Yên şahidiya jiyana şehîdan kirin behsa wan kirin. Armanc û têkoşîna wan vegotin. 25 hûnermendên şehîd di tevgera azadiyê de jiyane, di zindanan de mane û têkoşîn dane, her wiha xebatên hûnerî meşandine. Ya ku di vê pirtûkê de wan tîne gel hev, têkoşîn û xebatên wan ên hûnerî ne.  Ew hem hûnermend hem pêşeng bûn. Yek ji van Alî Dogan Yildirim e. Şehîdê yekem ê PKK’ê ye. Bi saza xwe tevli tevgera azadiyê bû. Ji Alî Temel bigirin heta Mîzgîn û Sefkanan.. Wan hîmê hûnera şoeşger danîn. Hem hûnera xwe kirin hem jî têkoşîn dan. Yek ji van Hozan Mizgîn e. Hem fermandar, hem siyasetmedar hem hûnermend e. Gelek kesên din hene. Bêguman di pirtûkê de ne tenê berhemên wan jiyana wan jî hatiye vegotin.   Yek ji van birayê Ciwan Haco, Naîf Haco ye. Di qada Ewropayê de cih girtiye û 7 ziman dizanibû û di xebatên dîplomasiyê yên ji bo Rêbertiyê de cih girtiye û  berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Çîroka Naîf Haco pir bi êşe; bi 47 hevalên xwe re bi çekên kîmyewî şehîd hat kirin. Mînak Alî Temel bi salan îşkence dîtiye, di zindanan de maye û li çiyayê Kurdistanê di şertên zehmet de hûnera xwe meşandiye. Gelek mînakên wisa hene.
 
*Ji bo Stranên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane,.hesta ku hûn dixwazin ava bikin çi ye?
 
Bê guman  strana her hevalekî mirov dibe demekê, tiştekî tîne bîra mirovan, çîrokekê vedibêje û ev pîrtuk berhevkirina vê dîrokê ye. Ji ber vê divê mirov van stranan guhdar bikin. Armanc ev e ku dîrok ji nû ve zindî bibe. Ew hûnermend şoreşger bûn em dixwazin çîroka van stranan neyê jibîrkirin, stranên wan ne tenê wek stran wek deng û eheng jî nîne, yanî vegotina dîrokê ye. Van hevalan bixwestana bi rehetî dikaribûn hûner bikirana. Lê wan hûnerek rehet tercih nekir. Ji ber vê yên stranên wnguhdarî dikin divê şert û mercên wan bibînin. Van hevalan bandorek mezin ava kirin. Şehîd Mizgîn, Şehîd Seftan an jî Hûner Komê... Em gelek ji van bandor bûn û van stranan jiyana me guhert. Divê nifşê nû jî van stranan bi heman hestan guhdar bikin. Divê hîs bikin û guhdar bikin. Alî Temel dema girtî bû destê wî de tu tiştek tunebû, destê wî de çi hebû kir enstruman. Lênûsk tunebû. He rtim ji hevalên xwe re stran digot.
 
 
*Ji bo parastina van stranan nivîsandina noteyan têr dike, an jî divê bi dengên nû ji nû ve bên gotin?Di rêwitiya stranan divê çi hebe?
 
Bêguman hemû gotin û nota girîngin. Lê têr nakin. Divê nifşê nû jî van stranan zindî bihêle, ji nû ve bêjin; ji ber di ser dema ku ev stran hatine qeydkirin re gelek dem derbas bûye. Qeydên van stranan kevin in û îro dibe ku  baş neyê fêmkirin. Divê ev stran ji nû ve bi qeydên nû bên dest girtin û nifşê nû van gotinan lêkolîn bike û derxe holê. Em dixwazin repertuara di pirtûkê de bi organîzasyona konsereke ku 25 hûnermend distirê  bigihînin girseyan. Yanî divê ev nirx bê parastin û ji bo vê xebat bê meşandin. Di vê serdema teknolojîk de avakirina arşîvan ferze. Ji maneviyatê wêdetir ev stran ji bome wek manîfestoya hûnerê ye û divê em girîngiyê bidinê.  Ger me îro Evdalê Zeynikê, Meryem Xan û yên din heta îro neaniya belkî îro me behsa şoreşa PKK’ê jî nekiriba.  Parçyeke herî girîng a heqîqeta PKK’ê hûner bû. Divê em ji nifşê nû re ragihînin.
 
*Di amadekarina ‘Bîra Stranan’ de çîrokên nedihatin zanîn-nedihat nasîn hebûn?
 
Bêguman gelek hevalên çîrokên wan di hawira dîjîtal de hatine  me navê wan dizanibû lê çîrokên wan em niznain hene. Mînak Şoreş Arjîn, Zanîn Rûbar,Îbrahîm Sari, Vedat Erdemcî, Agir Serhildan, Kamûran Penaber, Aram Akyuz ev hemû hûnermendên me yên şehîdin. Lê zêde nayên zanîn.
 
Yek ji van Nurcan Nûrhak e. Ji Cizîrê ye. Demek dirêj di têkoşîna azadiyê de têdikoşiyaye. Gelek berhemên hûnerî derdixe lê mixabin me tenê xwe gîhand strana ‘Navê te Bêrîtan e’. Agir Serhildan jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û ji hûnermendên Awazê Çiya ye.  Şoreş Arjîn ji hunermendên Koma Amara û Awazê Çiya ye, ji Semsûrê ye. Di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dset dide. Aram Akyuz xwediyê strana ‘Gula Min Cizira Botan e’. Zanîn Rûbar jî ji Mihemed Şêxo bi bandor dibe û di têkoşîna azadiyê de hûnera xwe dike. Çîrokên wan çîrokên Kurdistanê ne. Çîrokên civaka me ne. Ez li ser wan sekinim.