Werîşe Muradî: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo azadî û civakek demokratîk e
- 10:51 15 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 4’emîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, Werîşe Muradî destnîşan kir ku ev şoreş ne tenê xwepêşandaneke dîrokî ye, ew projeyeke berdewam a ji bo gihîştina bi azadî, wekhevî û civakeke demokratîke ku jin tê de hêza sereke ya guhertinê û beşdarên asta rêberiyê ne.
Bi boneya 4’emîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, kampanyaya “Azadî ji bo Werîşe Muradî” kurteyek ji nêrîn û nivîsên girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî a di girtîgeha Evînê de, belav kir:
“Tu guhertineke demokratîk bêyî amadebûna jinan bi ser nakeve
‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê navê xwepêşandanekê an dirûşmeyeke nerazîbûnê ye, lê belê nîşandana daxwazeke kûrtir a ji bo wergirtina jiyan, azadî, rûmet û îradeya mirov û şikandina wan têkiliyên civakî yên ku li ser desthilatdarî, şîdet, cudakarî û hilberandina newekheviyê hatine avakirine. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne buyerek bi dawî bûyî ye, armanc û nirxên vê şoreşê dikarin di şêwazê raman, têkiliyên civakî, berxwedana li hemberî desthilatdariyê û hewldana ji bo avakirina civakeke azadtir û wekhevtir de berdewam bin.
Jin ne tenê qurbaniyên avahiyên çewsandinê ne, ew pêşengên guhertinê û hêza veguherînêne. Tu guhertinek demokratîk bêyî amadebûn û xwedî îradebûna jinan nikare bi ser bikeve.
Azadiya jinan bi azadiya tevahiya civakê ve girêdayiye. Berxwedana jinan a li kolan, civak û girtîgehan wekî beşek ji tekoşîneke yekgirtî ya li dijî baviksalarî û pergala desthilatdariyê ye. Zextên desthilatê yên li hemberî çalakvanên jin û girtiyên siyasî, her wiha sepandina cezayên giran li ser wan û çewisandina jinên nerazî jî wekî hewldanekê ji bo kontrolkirina tevgerekê ye ku bingehên rêxistinbûna niha ya desthilatdarî û civakê xistiye bin pirsiyarê.
Avakirina civakeke demokratîk yek daxwazên şoreşê ye
Girtîgeh ne dawiya tekoşînê ye. Nivîsandina nameyan, nerazîbûn, berxwedan û axaftina di girtîgeh û dadgehan de, berdewamiya heman bijardeya jiyana azade. Beşdariya di dadgehê de ne tenê mijareke kesane ye, lê belê dikare bibe dengvedana daxwazên giştî yên ji bo azadî, dadwerî û wekheviyê. Jiyan ne tenê mayîna bi saxî ye, ew mafê jiyana azad û birûmete; jiyaneke ku tê de îrade, laş û bijardeya mirov ji zora desthilatdariyê rizgar bibe.
Daxwazên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tenê bi daxwazeke diyarkirî sînordar namînin, lê azadiyên kesane û civakî, dadweriya civakî û aborî, mafê diyarkirina çarenûsê, mafên neteweyî û zimanî, dadweriya çandî, wekheviya zayendî û avakirina civakeke demokratîk û pir-deng, beşek ji wê asoyî ne.
Bihezkirina rola jinan di rêberiya civakî de pêwîstiyek ciddî ye
Salvegera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ divê ne tenê bi bibîranîna qurbaniyan û dubarekirina rabirduyê bi dawî bibe, dema rêxistinbûn, perwerdekirina nifşên nû, bihezkirina rola jinan di rêberiya civakî de û hewldana ji bo avakirina saziyên demokratîk ve were girêdan, bibîranîna wan wê demê watedar dibe.
‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê wekî bîranîna şoreşekê ye, ew wekî bîranîna derfeta jiyaneke dine, derfetek ku divê ji niha ve ji bo pêkanîna wê hewldan were kirin.”







