Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 132’emîn de ye
- 21:56 12 Îlon 2026
- Ekolojî
MÛŞ – Çalakiya nobeta li gundê Xwarik a Gimgimê li dijî projeya JES’ê hat destpêkirin di roja 132’emîn de berdewam kir.
Çalakiya nobeta ku Meclîsa Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê li gundê Xwarik a Gimgimê li dijî projeya JES’ê dabû destpêkirin di roja 132’emîn de berdewam kir.Pankarta ‘Gelê Gimgimê santrola enerjiyê naxaze. Dest nedin ax û ava me’ li qadê hat daliqandin.
Di roja 132’emîn de welatiyên dildar nobet dewr girt.







