Dîmenên bîr û berxwedanê yên ji salonê
- 09:05 16 Îlon 2026
- Galeriya Jinê
AMED- Di bîranîna ku ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Amedê pêk hat de, dîmenên ji bîr û berxwedanê yên ji salonê.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li navçeya Rezan a Amedê li Salona Geterler ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê pêk hat. Dîmenên ji bîranîna ku navbera 10-12’ê Îlonê de pêk hat de, carek din têkoşîna gelê Kurd nîşan da.
Li salonê ligel posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarên wekî ‘Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin’, ‘Em bi we serbilind in cangoriyên Kurdistanê’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Yên rehberên wan serokatî û şehîd bin rêya wan naguhere’ hatin daliqandin.
Pankarta ‘Yên rehberên wan serokatî û şehîd bin rêya wan naguhere’ yek j peyama herî esas a bîranînê dihewand û li salonê li ser bîra têkoşînê ya ji paşerojê heta îro disekînî.
Li ser maseyên bi kesk, zor û zer hatibûn xemilandin wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dabûn cih girtin. Malbat li pişt wêneyan ligel hev rûniştin û bê navber dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ hatin berzkirin.
Bi hezaran kesên hatin bîranînê peyama berxwedan’ û ‘xwedîderketina li şehîdan’ dan.
Bi hezaran kes li dora yek gotinê hatin gel hev. Di dîmenên ji bîranînê man de biryarbûn, tevlibûn û îradeyek xurt ma.
Nûdem Demîr







