Dayika Jîna Emînî: Rojek wê rastî her bibiriqe!

  • 14:36 16 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çaremîn salvegera Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de, dayika Jîna Emînî bi peyamekê bîranîna keça xwe ya şehîd û bi hezaran şehîdên din zindî kir ku tê de diyar kir navê Jîna û xwîna wan şehîdan bûye sembola daxwaza rasteqînî û edaletê.
 
Dayika Jîna Emînî Mujgan Îftixarî, di çaremîn salvegera Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de li ser rûpela xwe ya fermî ya tora civakî Instagramê peyamek belav kir.
 
Mujgan Îftixarî di peyama xwe de ragihand; “Jînaya min a herdemî, Jînaya min a ku cîhan ronî kir, ronahiya her du çavên min; min 21 salan dayiktî ji bo te kir. Ev çar salin ku bîranînên te mîna hembêzeke germ û dilsoziya dayikane, aramiyê didin min.”
 
Carekê min tu anî dunyayê û careke din ez di nav êşa bêdawî ya nebûna te de ji nû ve hatim dinyayê. Te bi jiyan û hatina xwe wateyek, bi çûna xwe jî bi hezaran wate li pey xwe hiştin. Ez bêriya xwe ya ji bo te jî hez dikim, ji ber ku ew ji te ji min re maye.”
 
Dayika Jîna Emînî di dewama peyama xwe de, keça xwe weke “lehenga min” bi nav kir û nivîsand: “Ez bawer dikim ku wê rojekê edalet were; wê roja ku dilê her dayikekê di bin ronahiya rasteqîniyan de ronî bibe. Heta wê rojê, bila tu bi ser hemû şevên me de bibiriqî.”
 
Hêjayî gotinê ye Jîna Emînî ya temen 22 salî û xelkê Seqizê, di 13’yê Îlona 2022’yan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin û piştre hate qetilkirin. Komisyona Eşkerekirina Rasteqîniyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) piştre ragihandibû ku mirina Jîna ne asayî bû û piştî tundûtûjiya fîzîkî ya di dema desteserkirinê de çêbûye.
 
Kuştina Jîna Emînî bû sedema destpêkirina nerazîbûnên berfireh û giştî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û navê wê bû yek ji sembolên herî bingehîn ên vê serhildanê.