Li Zirganê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê meş
- 18:35 29 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDANÛÇEYAN - Li bajarê Zirganê bi pêşengiya ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û şêniyan ji bo perwerdeya Kurdî xwepêşandan hat lidarxistin û berteknîşanê biryara Wezareta Perwerdeyê dan.
Ciwan û şêniyên bajarê Zirganê ji bo perwerdeya zimanê kurdî xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandan ji navenda PYD’ê dest pê kir û pankartên li ser hatibû nivîsandin "Zimanê me nasnameya me ye", "Perwerdeya bi zimanê kurdî berhemê têkoşîna bi salane","Ez ê bi kurdîn baxivim, bixwînim û binîvsînim","Zimanê kurdî rûmeta me ye" û "Me bi kurdî destpêkir û em ê pê berdewam bikin", hildabûn.
Girse ji navenda PYD`ê heyanî qada bajêr meşiyan, piştî deqeyekê rêzgirtine daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî dan û ji aliyê endamên PYD`ê Dilyar Ebdî û Îhlam Derwîş ve hate xwendin.
Divê perwerdehiya bi Kurdî berdewam bike
Di daxuyaniyê de hate gotin ku sîstemê bi salan polîtîka înkar û helandinê li ser gelê Kurd ferz kir û ziman û nasnameya wan qedexe kir û wiha hate gotin: “Gelê Kurd xwedî çandeke dewlemend e, zimanê kurdî jî nasnameya çandî, dîrokî û civakî ya gelê Kurd e. Gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê ve girêdayî ye, zarokan ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi kurdî xwendine û divê bi kurdî berdewam bikin.Divê zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de were misogerkirin, mafê ziman û çandî yê gelê Kurd were parastin û gelê Kurd yek ji pêkhateyên Sûriyeyê were dîtin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku xwepêşandan û çalakî ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî berdewam bike.







