Nagihan Akarsel li Enqereyê hat bibîranîn

  • 21:06 2 Cotmeh 2026
  • Rojane
ENQERE - Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê Nagihan Akarsel di 4’emîn salvegera qetilkkirina xwe de ji aliyê DFG, MKG’ê û Navenda Çanda Anatoliyayê ve li Enqereyê hat bibîranîn.
 
Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silemaniyeyê hatibû kuştin di salvegera 4’emîn a kuştina xwe de ji aliyê Komeleya Rojnamgerên Jin ên Mezopotmayayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dicle û Feratê (DFG) û Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ve hat bibîranîn. Bername li avahiya Navenda Çanda Anatoliyayê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê hat lidarxistin. Heval û hempişeyên Nagihan Akarsel, endam û nûnerên saziyên demokratik û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
 
Li cihê bîranînê pirtûkên Nagihan Akarsel ên bi navê Behna Xaliyê û Nîsan hatin danîn. Her wiha kamera, penûs, çente û tiştên Nagihan Akarsel hatin danîn. Wêneyên Nagihan Akarsel û gotina wê ya, “Heke hûn bi awayekî ku bawer dikin nejîn hûn ê bi awayekî ku bawer dikin bijîn” jî li eywanê hat daliqandin. Bernameya bîranînê bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir.
 
‘Nagihan her tişt bi derdora xwe re parve dikir’
 
Piştî rêzgirtinê sînevîzyona qala jiyan û têkoşîna Nagihan Akarsel dike hat temaşekirin. Bernameya bîranînê bi axaftina heval û hempişeyên Nagihan Akarsel re berdewam kir. Di serî de hevala Nagihan Akarsel Zuhal Tekîner axivî û wiha qala bîranînên xwe û Nagihan Akarsel kir: “Min di sala 2009an de li Stenbolê Nagihan nas kir. Dema me hev nas kir weke ku em hevalên hev ên bi salane axivîbûn. Nagihan kesek wisa bû ku kî/ê nasdikir dixist nava jiyana xwe û dibû heval. Piştî me hev nas kir dostaniyeke me çêbû. Piştî Nagihan hat kuştin min di bîranînan de jî ferq kir ku Nagihan kî/ê naskiriyê jê re bûye heval. Li Amedê demekê dirêj em bi hev re xebitîn. Nagihan kesek wisa bû ku çi hîn dikir dixwest ji hinek din re jî bide hîn kirin û ji kesên derdora xwe re parve dikir.”
 
Piştre jî parêzvana mafê mirovan Nuray Çevîrmen helbestên Nagihan Akarsel xwendin. Piştî xwendina helbestan Reyhan Yildirimci ku Nagihan Akarsel weke malbata xwe ya manevî bi nav kiribû axivî. Reyhan Yildirimci bi lêv kir ku wê û Nagihan Akarsel bi hev re soz dabûn ku bi hev re nameyeke dirêj binivisînin û got ku wê ji bo Nagihan namê nivisiye lê nameya Nagihane hê negehiştiyê ber destê wê û ew hê jî li benda nameyê ye. Piştî van gotinan Reyhan Yildirimci nameya ku ji Nagihan Akarsel re nivisî bû xwend.
 
‘Nagihan ji me re rêyek vekir’
 
Piştre jî rojnameger Dîren Yurtsever axivî û anî ziman ku tevî ew bi Nagihan re nexebitiye jî lê weke ku bi hev re xebitîne bandor li ser wî hiştiye û got: “Beriya Nagihan were kuştin min pirtûkeke ku qala rojnamegerên bi awayekî kujer nediyar hatine kuştin dît. Di wê pirtûkê de nûçeyeke Nagihan jî hebû. Rojek di ser re derbas bû me agahiya Nagihan bihîst. Nagihan ji me re rêyek vekir. Têkoşîna me jî rêya şehîdan ji me re vekiriye. Em niha di vê rêyê de dimeşin. Dawiya vê rêyê tune ye. Di dawiya vê rêyê de Nagihan û hemû şehîdên Çapemeniya Azad hene. Nagihan Akarsel ji bo me Jin Jiyan Azadî ye.”
 
Piştre jî Yeter Çevîk helbesta ku ji bo Nagihan Akarsel nivisî bû xwend. Rojnameger Melek Avci jî bi lêv kir ku ew ji jiyan û têkoşîna Nagihan Akarsel pir bandor bûye û wiha axivî: “Di hemû helbest û nivîsên xwe de jî qala azadiya jinan dike. Ji bo azadiya jinan têkoşiya. Jiyan û têkoşîna wê piştî wê jî bandor li ser çapemeniya jinan û têkoşîna azadiya jinan dike.”
 
Piştî axaftinan û xwendina helbestan Nuray Çevîrmen û Zuhal Tekîner pirtûkên Nagihan Akarsel ji bo xwîneran îmze kir. Bernameya bîranînê piştî îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.