KON-MED'ê li dijî komploya 9'ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir
- 11:11 8 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KON-MED'ê destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya çareseriya demokratîk e û ji bo çalakiyên li dijî komploya navneteweyî banga tevlîbûnê kir.
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji ber salvegera 28'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li hemberî Rêber Apo hate kirin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di encama komployê de ya ku 9'ê Cotmehê destpê kir, di 15'ê Sibata 1999'an de Rêber Apo li Kenyayê hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin.
KON-MED'ê diyar kir ku li gel 28 salên di ser komployê re derbas bûne, rastiyên ku ev roj derxistine holê hîn jî ji holê ranebûne û got, "Di salvegera 9'ê Cotmehê de em careke din destnîşan dikin ku pirsgirêka Kurd bi înnkar û zordariyê çareser nabe. Çareserî bi diyalog û rêbaza demokratîk e. Rêya aştiyê ne rêya tecrîdê ye, rêya diyalogê ye."
Bi dewamî hate ragihandin ku di vê çarçoveyê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya çareseriya demokratîk e û ji bo çareseriyê hate gotin, "Pêwîstî bi muzakere û diyalogeke rasteqîn heye. Ji bo diyalogeke rasteqîn jî divê aliyên têkildar di nava mercên azad û wekhev de karibin têkiliyê bi hev re dînin. Ji ber vê yekê, azadiya birêz Ocalan û beşdariya wî ya li pêvajoya siyasî di şertên azad de, ji bo aştiyeke mayînde û çareseriyeke demokratîk yek ji mijarên bingehîn e."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, kes û aliyên demokrasiyê, mafên mirovan û aştîxwaz hate kirin ku 10'ê Cotmeha 2026'an li Dusseldorf, Berlîn, Hambûrg, Frankfûrt û Bremenê bi xurtî beşdarî çalakiyê li dijî komploya navneteweyî bibin.







