Li Ûrmiyeyê ji ber lêhiyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
- 11:57 23 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Salmasê yê Rohilatê Kurdistanê lehî rabû û di encama lehiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî winda ne.
Piştî barîna zêde ya baranê li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê lehî rabû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; di encama lehiyê de li gundê Kaniyanê yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî winda bûne.
Her wiha li bajarên weke; Merîwan, Ûrmiye û Makuyê jî lehî rabû. Lêgerîna kesên winda û rastkirina bandora karesatê berdewam dike.







