Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

  • 20:49 25 Cotmeh 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Di panela li bajarê Marsîlya ya Fransayê de, guhertina dîrokî ya tevgera jinan a Kurd, xweparastina jinê û rola Jineolojiyê di veguherîna civakî de hate nirxandin. Di çalakiyê de Gulnaz Karataş, Elefteria Hambî û Nagîhan Akarsel hatin bibîranîn.
 
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê, bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsilyayê û pêkhateyên Jineolojî Provence, li ser Jineolojî û artêşbûna jinan, panel û çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsilyayê hate lidarxistin, gelek jinên Kurd ên li herêmê û nûnerên tevgerên jinan ên enternasyonalîst tevlî bûn.
 
Çalakî di şexsê fermandara nermir a têkoşîna jinan a Kurd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de, ji bo bîranîna şoreşgerên jin ên navneteweyî yên ku dema jiyanê diparastin jiyana xwe ji dest dan, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
 
Piştre sînevîzyona li ser helwesta Bêrîtan a di xeta jinên azad de û berxwedana jinên Kurd a di têkoşîna azadiyê de hate pêşandan. Di dema pêşandanê de gelek caran dirûşmeyên, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
 
‘Di xeta jinên azad e artêş bûn û jîneolojî’
 
Di çarçoveya çalakiyê de, semînera bi ser navê, “Artêşbûna Tevgera Jinên Kurdistan û Jineolojî” hate lidarxistin. Endamê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Sîdar Feraşîn di semînerê de axivî û pêşveçûna dîrokî ya tevgear jinên Kurd, têgihiştina xweparastinê û girîngiya artêşbûna jinan nirxand.
 
Di nirxandina li panelê de, rola Jineolojiyê ya di veguherîna civakî de hate nîqaşkirin. Hate diyarkirin ku xurtkirina xeta azadiya jinan, ji bo avakirina jiyaneke alternatîf girîng e.
 
Jinên enternasyonalîst peyama piştevaniyê dan
 
Di daxuyaniya ji aliyê endamên Jineolojî Provence û nûnerên tevgerên jinan ên navneteweyî de, hate diyarkirin ku tundî û qetilkirinên li hemberî jinan, girêdayî pergala baviksalarî û berdewamiya faşîzmê ve girêdayî ne. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser biryardariya mezinkirina têkoşîna rizgariya jinan li herênên cuda yên cîhanê.
 
Di çalakiyê de, yek ji şoreşgerên enternasyonalîst ên ku li Rojava şehîd bû, Elefteria Hambi û Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku  hate qetilkirin, hatin bibîranîn.
 
Di dawiya çalakiyê de, helbesta li ser bîranîna rojnamevan û akademîsyena Kurd Nagîhan Akarsel hate xwendin.