Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin
- 12:18 2 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Enqerê li ber Parka Meclise bang li desthilatê kirin ku soza dabûn pêk bînin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bikin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avetina gavên şênber ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatine Enqereyê li Parqa Meclise kom bûn. Dayikên li beriya daxuyaniyê li vir kom bûne, bi stran û dirûşman, daxwaza aştiyê kirin.
Dayik piştre li heman derê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê, endam û nûnerên partî û saziyên demokratîk û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Dayikan pankarta “Ji bo aştiyê gav biaveje” vêkirin û dirûşmeyên, “Silav, Silav ji Îmraliyê re hezar Silav” û “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin” berz kirin.
Dayika Aştiyê Meryem Korkmaz di daxuyaniyê de axivî, xwest ji bo pêvajoya ku 2 sal in dest pê kiriyê gavên şênber werin avetin û got: “Sozên hatine dayîn he jî nehatine pêkanîn. Mimare vê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan ê. Em dixwazin azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were û gavên şênber û pêwîst bên avetin. Pêvajo sekinî ye em vê qebûl nakin. Em dixwazin pêvajo bi aştiyê encam bibe.”
Dayika Aştiya Murvet Demîr jî destnîşan kir ku ew ji bo pêvajo xera nebe ew hatinê li Enqereyê û got: “Heta aşti çênabe em li vir in. Heta statuya Serokatî pêk neyê, girtî neyên berdan û gerîla venegerin, em li vir in. Em ji bo aştiyê hatin.”
Kezban Kalin a hevjînê wê lêşker bû ye û kurê wê jî dema lêşkeriyê dikir û di darbeya 15ê Tirmeha 2015an de hatiyê girtin û di girtîgehe de tê ragirtin tevlî çalakiyê bû. Kezban Kalin anî ziman ku pêdiviya hemû kesan bi aştiyê heye û got: “Heke hemû dayik astiyê bixwazin, tu kes nikarê li hemberî vê daxwazê bêyî hestiyarî tevbigere.”
Dayik piştî daxuyaniyê ji bo çalakiya nobede derbasî kona li Parqa Kurtuluşe hatiye vegirtin bûn.







